14:49 22 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Gelo Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî amadehiya êrişa Pêşmerge dike?

    © AFP 2018/ Odd ANDERSEN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Pêşmerge Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku em dizanin artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hêza xwe li herêma Pirdeyê zêde dike.

    Milîsên Heşdî Şebî
    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Fermandarê Pêşmergeyên Eniya Rojavayê Kerkûk û Pirdeyê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: "Em dizanin din ava çend rojên dawî de artêşa Iraqê û Heşda Şeibî hewl dide hêza xwe li herêma Pirdeyê zêde dike. Pêşmerge jî li hemberî êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê dest bi amadehiyan dike."

    Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên iraqî ji bo ku bikaribin çavdêriya eniyên Peşmerge bikin sîstema kamerayê ava kiriye. Di çend rojên dawî de Heşda Şeibî û artêşa iraqî li Nesir, Guwîzat, Til Şeîr û li siltan Ebdulayê hêzê bi cih dike."

    Kerkûkî di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku artêşa Iraqê li herêma Mexmûrê jî hêzên xwe zêde dike û got: "Me bergiriyên pêwist girtin û hejmara peşmergeyan zêde kir. Em li hemberî hemû cureyên êrişan amade ne."

    Bi heman mijarî:

    Ebadî pesna ji bo pêşmerge li daxuyaniya xwe zêde kir
    YNK: Ne Ebadî ne jî kesekî din nikare rola Pêşmerge bide ji bîr kirin
    Wezareta Pêşmerge: Çawa wijdana Ebadî aram dibe?
    Ji Parlamena Kurdistanê bersiva Ebadî: Serkeftina ku pê şanaziyê dikî bi saya Pêşmerge bû
    'Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji ber deriyên sînor li hev nakin'
    Wezareta Pêşmerge bersiv da gotinên Heyder Ebadî
    Amerîka dê li 2018an 364 milyon dolaran bide Pêşmerge
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Fermandarê Pêşmerge, Kemal Kerkûkî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de