15:38 19 Hezîran 2018
Pêşmerge rahênan - çekên Almanî

Almanyayê biryara xwe ya ji bo perwerdekirina pêşmergeyan da

© REUTERS /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentoya Almanyayê bi piraniya dengan dema rahênan û perwerdekirina leşkerî ji bo hêzên pêşmerge dirêj kir.

Parlamentoya Federal a Almanyayê îro derbarê dema erkê şêwirmendên leşkerî yên wî welatî li Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina rahênan û perwerdekirina leşkerî bi hêzên pêşmerge biryar da.

Li gorî agahiyan, parlamentoya Almanyayê bi 436 dengê ‘Erê' biryar li ser dirêjkirina dema rahênan û perwerdeya hêzên pêşmerge ji aliyê şêwirmendên leşkerî yên almanî ve heta meha Nîsan a sala 2018ê da.

Di dengdanê de 196 parlamenterên almanî li dijî dirêjkirina dema rahênana hêzên pêşmerge derketin û dengê ‘Na' dan vê projeyê û 37 parlmanteran jî deng li ser biryarê nedan.

Dirêjkirina erkê hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê û Iraqê di çarçoveya hewlên Hevpeymaniya Navdewletiya ya li dijî DAIŞê ye.

Ji bo berdewamiya karê şêwirmendên leşkerî yên Almanya li Herêma Kurdistanê û Iraqê û rahênana bi hêzên her du aliyan, parlamentoya Almanyayê 6,9 milyon EURO terxan kir.

Niha 150 şêwirmendên serbazî yên Almanya li Herêma Kurdistanê ne û rahênanê didin hêzên pêşmerge û heta niha rahênan bi 5 000 pêşmergeyan kirine.

Bi heman mijarî:

Wezareta Pêşmerge: Çawa wijdana Ebadî aram dibe?
Ji Parlamena Kurdistanê bersiva Ebadî: Serkeftina ku pê şanaziyê dikî bi saya Pêşmerge bû
'Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji ber deriyên sînor li hev nakin'
Wezareta Pêşmerge bersiv da gotinên Heyder Ebadî
Amerîka dê li 2018an 364 milyon dolaran bide Pêşmerge
Etîketan:
pêşmerge, perwerde, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de