13:56 19 Hezîran 2018
Şêrwan Zirar

Komîsyona hilbijartinan li Herêma Kurdistanê dixwaze 3 hilbjartinan bi hevre bike

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Şêrwan Zirar ê Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbexwe ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistan re ragihand ku: " Komîsyonê bi awayekî fermî daxwaz ji serokatiya hikûmetê kiriye ku ji bo li darxistina hilbijartinan demekê diyar bike. Lê heta niha hikûmeta herêmê bersiva komîsyonê nedaye."

Li gor yasayên Herêma Kurdistanê pêwîstê îsal hilbijartinên serokatî û Parlemantoya Kurdistanê werin kirin, lê ji ber rewşa herêmê û bitaybetî piştî encamdana referandûma serxwebûnê, ev hilbijartin ji bo sala nû hatin paşxistin.

'KOMÎSYONA HILBIJARTINAN DIKARE SERPERIŞTIYA HER HILBIJARTINÊ BIKE'

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbexwe ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê derbarê hilbijartinan de weha axivî: "Li Herêma Kurdistanê komîsyonê hilbijartinan dikare serperiştiya her hilbijartinekê bike û di roja 6ê meha 11an ya buhurî me daxwaz ji hikûmetê kiriye ku dem û civanê hilbijartinê diyar bike. Herwiha me weha pêşnîyar kiriye ku di roja 30ê meha Avrêla dahatî de, li Herêma Kurdistanê 3 hilbijartin di yek rojê de werin sazkirin. Hilbijartina serokê herêmê, ya perlemantoyê û ya civatên parêzgehan. Ji ber ku heta wê demê di vê hilbijartinên civatên parêzgehan jî benê kirin. Lewra ev yek ji bo welatiyan, komîsyonê û aliyên siyasî jî hêsantir e.

'HILBIJARTIN DIVÊ BERÎ HILBIJARTINÊN IRAQÊ WERIN LI DARXISTIN'

Şêrwan Zirar derbarê gavên komîsyonê de destnîşan kir ku: "Komîsyon di roja 30 /4/2018 wê bi temamî karên xwe encam bide û bikare serperiştiya her sê hilbjartinan bike. Hem ji warê teknîkî û hem ji warê îdarî dikare vê yekê bike. Komîsyon dixwaze berî hilbijartinên Iraqê hilbijartinan li darbixe lewra, divê hilbijartine berî hilbijartinên Iraqê li dar bikevin ku, welatiyên Kurdistanê jî beşdarîyê li wan dikin. Dema bimîne piştî hilbijartinên Iraqê dê welatiyên Kurdistanê hinekî bêzar bibin û heye ku nexwaz in biçin ser sindoqên dengdanê.

DI HILBIJARTINÊN DAHATÎ DE EM Ê RÊ LI BER SEXTEKARIYAN BIGRIN'

Berdevkê komîsyonê di mijara jimara dengdêran de da zanîn ku: "Li Herêma Kurdistanê nêzî sê milyon û sê sed û pêncî hezar kesan xwedî mafên dengdanê ne. Lê di demeke kurt a berî hilbijartinan de em dikarin hejmara rast û dirûst ya dengdêran bidin. Lewra dê heya wê demê lêkolîna li ser rastiya navên dengdêran berdewam be.
Şêrwan Zirar li ser rêgirtina li ber sextekariyên hilbijartinan de jî weha axivî: "Bo encamdana hilbjartinên dahatî komîsyon dê bêtir bi rêya elektronîk kar bike. Wekî nimûne, dê bingehên dengdanê bi hevre girê bide û eger berî niha bêtirê 7000 hezar formên dengdanê li tevahiya Kurdistanê hebun vê carê wê bikîn 1200 form. Ji bo ku encam zû bigehin û kes nikaribe di rêya veguhastina sindoqên dengdanê destkarî û sextekariyê di tomarên wan de bike. Di heman demê de li her bingehekê dengdanê nunerên partî û aliyên siyasî wê hebin û ew jîi ji jimara dengên partiyên xwe wê bixwe li cem xwe tomar bike û sendoq dûbare nahên vekiri. Komîsyon wê piştî forma yekem bi beste ya ku bi amadebûna hemû nuner û çavdêran tê li gorî denga tê amade kirin. Herwiha berdevkê komîsyonê aşkere kir ku bi vî awayî dê di nava çend demjimêran de encamê hilbijartinên bên ragihandin.

Bi heman mijarî:

‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
Etîketan:
bêzar, herêm, rewşa, Spûtnîk Kurdistan, Şêrwan Zirar, Herêma Kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de