14:47 22 Çile 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî û Serokwezîra Brîtanyayê derbarê têkiliyên Bexda û Hewlêrê de axivîn

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê li gel Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May axivî. Mayê di çarçoveya destûra Iraqê de pişgiriya çareserkirina pirgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

    Serokwezîriya Brîtanyayê ragihand ku Theresa Mayê îro 12-12-2017, di peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de li ser mijarên referandûma Kurdistanê, têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê û şerê terorê  axivîne.

    Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîra Brîtanyayê May bal kişandiye ser wê yekê ku welatê wê piştgiriya yekparçeyiya axa Iraqê dike û herwiha diyar kiriye ku ew daxuyaniya Barzanî ya li ser rêzgirtina li biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê giring dibînin.

    Herwiha Theresa May daye xuyakirin ku welatê wê dê di çarçoveya Destûra Iraqê de ji bo parastina maf û nasnameya kurdan têkoşîna xwe bidomîne.

    "DÊ HEWLÊN XWE BIDOMÎNE"

    Herdu aliyan li ser têkiliyên li gel Bexdayê tekeziya hevdîtin û diyalogê kiriye û wan bal kişandiye ser wê yekê ku di çarçoveya mekanîzmayeke hevpar de ji bo geştên li balafirgehên Silêmanî û Hewlêrê dest pê bikin, dê hewlên xwe bidomînin.

    Serokwezîr May piştgiriya Brîtanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê jî careke din dubare kiriye û gotiye, ji bo bihêzbûna saziyên Herêmê di warê siyasî, aborî û ewlehiyê de divê çaksazî bidomin. Herwiha tekezî li ser hemahengiya di şerê li dijî terorê kirine.

    Di peywendiya telefonî de May diyar kiriye ku ji bo nirxandineke berfirehtir ew dixwaze li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Londonê jî hevdîtinê bike.

    Bi heman mijarî:

    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"
    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Etîketan:
    Theresa May, Nêçîrvan Barzanî, iraq, brîtanya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de