11:17 23 Hezîran 2018
Siyasetmederê kurd yê navdar Mehmûd Osman

'Iraq federasyonê qebûl nake'

© Foto : Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Siyasetmedarê kurd û endamê berê yê Parlementoya Iraqê Mehmûd Osman ragihand ku hikûmeta Iraqê bi awayekî şovenîst li gel kurdan reftar dike û destnîşan kir ku Bexda federasyonê qebûl nake û tenê baweriya wê bi birêveberiya navendî tê ku her tiştî kontrol bikin.

Osman bi malpera PDKê re axivî û diyar kir, tiştê ku dihêle desthilata Iraqê neyariya kurdan bike, hişmendiya wê ya 'şovenîst' e û hewl dide ku navenda (Iraqê) her tiştî kontrol bike.

Herwiha siyasetmedarê kurd diyar kir ku "jixwe baweriya wan bi federasyonê jî nayê."

Di berdewamiya axiftina xwe de, Osmanî diyar kiriye ku divê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li hemû beşên gelî wek hev binere yana di dawiyê de ew dê winda bike.

Bi heman mijarî:

Osman Baydemir: ‘Navê vî pirsgirekê kurd û Kurdistane
Mehmûd Osman: 'Leşkerên tirk li hemberî kurdan li Iraqê ne'
Dr. Mehmûd Osman: Divê Kurd ji bo serxwebûnê bi Trump re têkiliyan xweş bikin
Osman Baydemir bû berdevkê nû yê HDPê
Etîketan:
PDK, Osman Baydemir, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de