10:09 24 Çile 2018
Zindî
    Xurmatû

    Balafirên Iraqê derdora Xurmatûyê bombebaran kir

    © REUTERS/ Goran Tomesevik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku balfirên şerî yên Iraqê derdorên Xurmatûyê bombebaran kir u medyaya Iraqe dibêje cekdarên xwebexş ên kurd bombebarn kirine.

    Îro sibehê hatibû ragihandin ku çekdarên nenas bi topên hewanê êrişî taxa tirkmenan a li Xurmatûyê kirin û li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnikê di encamê de kesekî tirkmen hatiye kuştin 4 kes jî birîndar bûne. Piştî bûyerê rewşa awarte li bajêr hat ragihandin.

    Ji aliyê din ve, parlementerê tirkmen Casim Mihemed Cefer biryar bû ku îro xelkê Xurmatûyê xwenîşandanan bike û ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadi bixwaze hêzeke din bo navçeyê bişîne.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafirên Iraqê gundê Dawidî ku gundekî kurdan e, bombebaran kiriye û Heşda Şeibî jî gundekî kurdan topbaran kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Berevaniya Rûsyayê: Vekişîna leşkerên rûsî a ji Sûriyê dest pê kir
    Zanyar: Dê vîrusa ku 23yê mehê ji fezayê were, dinyayê tune bike
    Piştî Barzanî Heyder Ebadî jî serdana Fransayê kir
    ‘Ev pêvajoya şîîkirina bajarên Kurdistanê ye'
    Xrîstîyanên li Kurdistanê cejna xwe pîroz dikin
    Etîketan:
    Xurmatû, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de