14:42 19 Sibat 2018
Zindî
    Xurmatû

    Bi topên hewanê êrişî taxa tirkmenan kirin: Kuştî û birîndar hene

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro sibê çekdarên kesên nenas bi topên hewanê êrişî taxa tirkmenan a li Xurmatûyê kirin û li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnikê di encamê de kesekî tirkmen hatiye kuştin 4 kes jî birîndar bûne. Piştî bûyerê rewşa awarte li bajêr hat ragihandin.

    Îro sibê ji aliyê çend çekdarên nenas ve li navenda Xurmatûyê gule hatibû reşandin. Piştî bûyerê li nav bajêr rewşa awarte hat ragihandin.

    Berdevkê Heşda Şeibî Şêx Elî Haşmî diyar kirk u, "Îro seat 9an de çend çekdarên nenas 11 topên hewanê avêtine taxa Tirkmenên li Xurmatûyê, lê derbarê ziyanan de agahiyên zelal ber destê wan tine ne."

    Herweha Sêx Haşmî daxuyakirin ku ji ber vê êrişê li navenda bajarê Xurmatûyê rewşa awarte hatiye ragihandin.

    Berpirsekî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û piştrast kir ku bi topên hewanê êrişî navenda bajêr hatiye kirin û heta niha nayê zanîn ku êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin.

    Herwiha peyamnêrê Sputnik Kurdistanê ragihand ku di encama êrişê de kesekî tirkmen hatiye kuştin, 4 kes jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Hêzeke Kurdî wê li Duz Xurmatû cihê Heşda şebî bigire
    "Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
    Berpirsê Pêşmerge ji Spûtnîkê re: Şerê li Xurmatû bo 24 saetan hat rawestandin
    Li bajarê Xurmatû teqîna xwekujî: 3 kuştî û 7 birîndar
    Xurmatû vala dibe: Ji 1000 malî tenê 15 mal man!
    Etîketan:
    êriş, Sputnik, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de