15:09 21 Çile 2018
Zindî
    Kerkûk

    Talebanî: Divê acîl Heşda Şeibî ji bajêr were derxistin

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe de ragihand ku divê acîl milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ji bajarê Kerkûkê werin derxistin.

    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe de bangî partiyên siyasî yên nava meclise kir ku ji bo milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ji bajarê Kerkûkê werin derxistin xebatê bikin.

    Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo dawî li tund û tujiyê were hinek wezîfeyên ku meclisa bajêr bike heye. Wezîfeya meclisê ya pêşî xelkê ku piştî hatina Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ji malên xwe dûr ketine wan vegerîne."

    Talebanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê ev mexduriyetên ku hatine serê gel werin tezmînkirin. Ji bo ev were bicihbûn jî pêşî divê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ji Kerkûkê derkevin û ewlehiya bajêr teslîmî polîsên bajêr bibe."

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    Etîketan:
    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê, Rêbwar Talebanî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de