16:49 25 Hezîran 2018
Çekdar

Iraq û Heşda Şeibî ji bo xwebexşên kurd bigre xelatan diyar dike

© AP Photo / Bilal Hussein
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û rêxistina Heşda Şeibî ji bo desteserkirina 250 şervanên derdora Xurmatûyê xelat diyar kiriye.

Piştî ku hêzên iraqî û milîsên Heşda Şeibî 16ê Cotmehê ketin bajarê Kerkûk û navçeyên wekî Xaneqîn, Daqûq û Xurmatûyê malên kurdan talankirin û paşî şewitandin. Ji ber van bûyerên milîsên Heşda Şeibî hinek xwebexşên kurd li dijî van bûyerên wan rahiştin çekan û çend caran çalekî li dar xist.

Niha li gundê Dawûde ya ser bi Xurmatûyê ve, hêzên xwebexş berevaniyê li xwe û gundên sînorê Xurmatûyê dikin, ji ber ku Heşda Şeibî navê 250 xwebexşan xistine nava lîsteyekê û li ser xalên leşkerî û xalên kontrolê yên Heşdê û hêzên artêşa Iraqê belav kirine û daxwaza girtina wan kirine. Li gorî agahiyan ji bo desteserkirina xwebexşên kurd xelat jî hatine diyarkirin.

Niha ew hêza çekdar a xwebexş ku ji koçberên kurd ên Xurmatûyê pêk hatiye daxwaz dikin lîwa û fewcên hêzên Pêşmerge ku di 16ê Cotmehê de ji navçeyê hatibûn vekişandin, cardin bo Xurmatûyê bihêne vegerandin. Li gorî agahiyên wan Heşda Şeibî metirsî li ser wan gundan çêdike ku rûniştvanên wan kurd in û piraniya koçberên Xurmatûyê jî niha li wan gundan bicih bûne.

Bi heman mijarî:

Parlementoya Kurdistanê ji bo mijara Xurmatûyê civiya
Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
Berpirsê YNKê rewşa dawî ya Xurmatûyê ji Spûtnîkê re eşkere kir
YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
Etîketan:
Hêzên Pêşmerge yên Xwebexş, Heşda Şeibî, Xurmatû, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de