20:18 19 Çile 2018
Zindî
    Erdheja li Îranê

    Li Kirmaşan û Kurdistanê erdhejek bihêz

    © AP Photo/ Vahid Salemi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li ser sînorê Eyaleta Kirmaşan a Îranê û Herêma Kurdistanê erdhejeke bi pileya 6an qewimî û li gelek bajarên kurdan hat hîskirin.

    Erdhej
    © AFP 2018/ Sam Yeh
    Li gorî agahiyên Navenda Sîsmolojî ya Enstîtuya Jeofîzîk a Tehranê îro di saet 17.39an de li ser sînorê Eyaleta Kirmaşan a Îranê û Herêma Kurdistanê erdhejek bi pileya 6an qewimî û li gelek bajarên kurdan hat hîskirin.

    Li gorî agahiyan ji ber tundiya erdhejê gelek welatî ji malên xwe derketin û daketin kolanan.

    Herwisa hat ragihandin ku ev erdhej li bajarê Sine yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê û li bajarê wekî Helebce, Silêmanî û Derbendîxanê yên Herêma Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

    Peyamnêrê Sputnikê ragihand ku erdheja yekem li 17.10an navenda wê nêzî Kirmanşanê bûye ku 21 km nêzî Helepçeyê, 75 km nêzî Silêmaniyê ye pêk hatiye. Herwiha li gorî agahiyên ku Sputnik Kurdistanê bidestxistinê li Helebce û Seyd Sadiq 65 welatiyên ku ji ber erdhejê birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

    Hêjayî gotinê ye ku di erdheja 12ê mijdarê ya 7.3an de jî li gorî hejmarên fermi 530 kesan can dabû.

    Bi heman mijarî:

    Li Kurdistanê erdhej
    Li Helebceyê erdhej pêk hat
    Li Wanê bi pileya 3.4an erdhej çêbû
    Li bajarê Kirman ê Îranê dîsa erdhej pek hat
    Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
    Gava erdhej çêbû, Viyan Dexîla zindî diaxivî çi kir?
    Etîketan:
    erdhej, Kirmaşan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de