14:44 22 Çile 2018
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Tevgera Goranê ji PDKê daxwaza rêkeftineke siyasî kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tevgera Goranê ji bo vegera xwe ya nava Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz ji PDKê kir, ku bi hev re rêkeftineke siyasî ya nû pêk bînin.

    Her çiqas ev nêzikî 3 mehan e, Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatibe çalakirin jî, heta niha derfet nedîtiye bi awayekî pêwîst erka xwe bi cih bîne.

    Tevgera Goran a ku hêj beşdarî parlamentoyê nebûye, diyar kir ku serokê parlamentoyê bi biryarweke siyasî ji erka xwe hat dûrxistin û ji bo ew vegere ser erka xwe divê di navbera PDK û Goranê de rêkeftineke sîyasî ya were pêkanîn.

    Herwisa li gorî agahiyên K24ê serkirdeyekî Yekgitûya Îslamî ya Kurdistanê jî bal kişandiye ser girîngiya aktîfkirina parlamentoyê û got, "Aktîfkirina parlamentoyê rê li ber gelek hewldanên dijminane yên Bexdayê girtiye lê niha divê endamên fraksiyonên partiyên li nava parlamentoyê ji berjewendiyên hizbîtiyê dûr bisekinin û li şûna vê yekê ji bo berjewendiya giştî bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Jêderekî ji PDKê: Nêçîrvan Barzanî wê bi Serokomarê Tirk re bicive
    Şandeke Herêma Kurdistanê di bin serokayetiya PDKê de diçe Rojava
    Hemû parlamentarên fraksiyona PDKê vedigerin Bexdayê
    PDKê piştî Civîna Encûmena Serkirdayetiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir
    Ji PDKê bo parêzgarê Kerkûkê şertekî nû
    PDKê bangî hemû alî û hêzên kurdistanî kir
    Etîketan:
    PDK, Tevgera Goranê, Parlamentoya Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de