15:26 21 Çile 2018
Zindî
    Bajarê Kerkûkê

    Barzanî: Iraqê hîn jî dest ji rêbazên leşkerî bernedaye

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şêwirmendê Encûmena Asayîş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rdiyar kir ku tişta tê xuya ew e, ku hîn jî Bexdayê dest ji rê û rêbazên leşkerî bernedaye û ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê cihê metirsîdariyê ye.

    Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn û şandeya bi wî re kir.

    Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn di derbarê kêşeya di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, ew dixwazin li ser bingeha destûrê tavilê danûstandin û diyaloga di navbera aliyan de dest pê bikin. Herwisa Nunn anî ziman ku Almanya ji bo destpêkirina diyalogê amade ye piştgiriyê bide herdu aliyan.

    Şêwirmendê Encûmena Asayiş a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî behsa rol û girîngiya Almanya ya din ava civaka navneteweyî û piştevaniya wê ya ji bo Herêöma Kurdistanê kir û got, "Herêma Kurdistanê dixwaze şaşiyên bere yên li Iraqê neyên dubarekirin. Ji ber ku ev yek ewlekarî û seqamgîriyê têk dibe. Zemînê ji bo derketina terorê peyda dike."

    Barzanî li gel vê yeke anî ziman ku divê Iraq dorpêça li ser Herêma Kurdistanê rake û got, "Bexda ji diyalogê dûr disekine. Tiştên di rojên derbasbûyî de qewimîn dide nîşa, ku Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkan hîn jî dest ji rê û rêbazên leşkeri bernedaye. ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê cihê metirsîdariyê ye."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
    Iraqê kesekî tirkmen kire qaymeqamê Duzxurmatûyê
    Tevgera Şîî: Nabe ku Heşda Şeibî beşdarî hilbijartinên Iraqê bibe
    Li Iraqê sibe ahenga serkeftina DAIŞê tê lidarxistin
    Ji NYyê piştî 27 salan biryara Iraqê: Dorpêç hatin rakirin
    Ji ber girtina rêyan li Iraqê alîkarî nagihe bi sed hezaran kesan
    Etîketan:
    rêbaza leşkerî, Balyozê Almanya yê li Iraqê, Şêwirmendê Encûmena asayişa Herêma Kurdistanê, Cyrill Nunn, Mesrûr Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de