02:23 23 Gulan 2018
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Lijneya Wezîrên Kurdistanê îro ji bo 3 mijaran dicive

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Lijneya Wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mijara 3 xalên girîn îro li paytextê Hewlêrê dicive.

    Berpirsê Ofîsa çapemenî ya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand ku di civînê de wê raporta hevbeş a Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Darayî û Aborî derbarê dahat û xerciyên texmînkirî yên bo şeş mehên pêşî yên sala 2018an de were pêşkêşkirin û wê gotûbêj li ser vê mijarê were kirin.

    Hewramî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Mijara duyem a civîna taybet e û dê rewşa perwerdeyê û behsa jîngehê û paqijiyê di nava programên xwandinê de were kirin."

    Li gorî daxuyaniya Semîr Hewramî mijara sêyem a civîna Lijneya Wezîran dê derbarê rewşa çandiniya li Herêma Kurdistanê de be û dê raporteke taybet li ser plana Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê bo qonaxa niha ya Herêma Kurdistanê were pêşkêşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Etîketan:
    Lijneya Wezîrên Kurdistanê, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de