20:06 19 Çile 2018
Zindî
    Mihemed Hecî Mehmûd

    Serokê PSDKê bangî Ebadî kir: Hûn vekişin sînorê 2003an

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd bertekên tund nîşanî Ebadî da û got: "Hûn vekişin sînorê 2003an."

    Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hecî Mehmûd bertekên tund nîşanî axaftinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku gotibû ‘divê Pêşmergeyên Kurdistanê vekişin sînorê 2003an' da û got: "Di sala 2003an de hûn bi hezaran kîlometro ji Iraqê dûr bûn. Hûn vekişin sînorê 2003an."

    Mihemed Hecî Mehmûd heta niha di eniyên şer de li dijî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşîn daye û kurê wî yê bi navê Ata Mihemed jî di şerê dijî DAIŞê jiyana xwe ji dest daye. Sekreterê PSDKê ji bo Ebadî di tekoşîna dijî DAIŞê de behsa Pêşmerge nekir rexne kir û got: "Ebadî behsa Iraqeke nû û paqij dike, lê rûyê wî nagre behsa Pêşmerge bike. Ji bo hêza ku di 16ê Cotmehê de li pey bû li Kerkûk, Duzxurmatû, Daqûq û li çend cihên din êrişî kurdên sivîl kir û qetlîam kirin. Peşmerge heta niha zêdetirî hezar û 800 şehîd û zêdetirî 10 hezar birîndar daye. Rêvebiriya Ebadî rûyê xwe yê rejima berê nîşan da."

    Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yên li Bexdayê naxwazin bi kurdan re p3eşerojeke hevpar bijîn. Xelkê Kurdistanê ji bo daxwazên xwe divê dest bi çalakiyan bikin. Li hemberî Iraqa ereb divê xelkê Kurdistanê dakeve kolanan û bi wan bide fêhmkirin ku xwîna şehîdên me ne vala hatiye rijandin."

    Bi heman mijarî:

    Mehmûd Osman: Biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryareke siyasî ye
    Mehmûd Osman: Bawer nakim ji bo vekişandinê hêzên pêşmerge û Iraqê li hev kiribin
    Mehmûd Osman: Divê McGurk di referandûma Kurdistanê de bêalî be
    Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas diçe Tirkiyeyê
    Mihemed Hecî Mehmûd: Ji bo referandûmê hewce nake parlamento kar bike
    Etîketan:
    Serokê PSDKê, Mihemed Hecî Mehmûd, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de