12:08 25 Gulan 2018
    Hewlêr, Kurdistan

    Li Kurdistanê zêdetirî 120 dosyayên gendeliyê ji bo dadgehê hatin şandin

    © Foto : Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê zêdetirî 120 dosyayên gendeliyê ji bo dadgehê hatin şandin. Heta niha biryara cezayê li 39 dosyeyan hatiye birîn.

    Serokê desteya destpakî yê Herêma Kurdistanê Enwer Ehmed di axaftina xwe ya çapemenî de got: “Krîzên Herêma Kurdistanê tenê bi yek rêyê têne çareserkirin. Ew jî çaksazî ye, ew jî bi hevkariya hemû dezgehên Kurdistanê tê bicîkirin û pêwîstiya wê pirsê bi hevdengiyê heye.”

    Enwer di berdewamiya axaftina xwe de got: “Niha 197 doseyên gendeliyê li ber destê me ne û lêkolîn li ser wan tê kirin. Hinek ji bo dadgehê nehatine şandin û 178 doseyên din li ber destê dadgehê ne û di dema derbasbûyî de jî, me 123 dosyeyên din yên gendeliyê sandin dadgehê û ji wan jî 39 dosye biryarên ceza li ser wan hatiye birîn.”

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
    Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo çi navê 'Kurdistan'ê bi tîpa biçûk dinivîse?
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    ‘Kurdistan li hemberî Îran û fikrên tundrew eniyek e'
    Etîketan:
    Serokê desteya destpakî yê Herêma Kurdistanê, Enwer Ehmed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de