20:21 19 Çile 2018
Zindî
    Çekdar

    Çekdarên nenas vê carê li Kurdistanê bi şêweyekî din derketin holê

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li herêma Miawis a bi ser Xurmatûyê ve grûba çekdarên nenas gelek wesayÎt şewitandin û ajovanê wan jî bi xwe re revandin.

    Yek ji endamê Lijneya Bajarê Selahedînê Mele Hesen Germiyanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva borî li navçeya Miawis a ser bi navçeya Xurmatûyê grûbeke çekdarên nenas êrişî wesayîtên welatiyan kirin û gelek ji wan şewitandin.

    Germiyanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Van çekdarên nenas paşî ajovanên wan wesayîtan jî ber bi cihekî nediyar ve revandin. Heta niha ne nasnameya çekdaran û ne jî nasnameya wan ajovanan nehatiye zanîn. Rewşa navçeya Xurmatûyê tevlîhev, ne aram e û kurdên ku vegeriyane warên xwe niha poşman in."

    Xurmatû jî wekî bajarê Kerkûk û çend herêmên din di êrişa 16ê Cotmehê de ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve hatibû desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Kurdistanê ji bo mijara Xurmatûyê civiya
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Etîketan:
    Endamê Lijneya Bajarê Selahadînê, Mele Hesen Germiyanî, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de