14:38 25 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Ji Parlamena Kurdistanê bersiva Ebadî: Serkeftina ku pê şanaziyê dikî bi saya Pêşmerge bû

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bersiv da daxuyaniyeke Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku rêgirtina dabeşbûna Iraqê (referandûma serxwebûnê) şibandibû serkeftina li dijî DAIŞê û gotibû jê ne kêmtir e.

    Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyanî Ebadî wekî daxuyaniyeke neberpirsane, şaşiyeke eşkere, dûr ji yasa, berovajî destûrê û wekî metirsiyeke ser paşeroja Iraqê bi nav kir.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 6ê Kanûnê di daxuyaniyekê de gotibû: ‘Rêgirtina ji dabeşbûna Iraqê serkeftineke din bû ku ji serkeftina li hemberî terorîstên DAIŞê ne kêmtir bû.'

    ‘BI SAYA PÊŞMERGE DAIŞ HAT TÊKBIRIN'

    Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi tundî li dijî daneberheva Ebadî derket û diyar kir, Ebadî bi vî awayî êrişên artêş û Heşda Şeibî yên ser pêşmerge rewa nîşan dide û got, ‘Serkeftina ku niha Ebadî şanaziyê pê dike, berhema qehremanîya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û zanayiya serkirdatiya wê ye. Eger ku pêşmerge nebûya, hêzên Iraqê nedikarîn li Mûsilê û li gel navçeyên din jî ku zêdetirî 2 salan di kontrola terorîstên DAIŞê de bûn, wê serkeftinê tomar bikin ku niha birêz Ebadî şanaziyê pê dike.'

    ‘DESTÛR REWATIYÊ NADE OPERASYONÊN LEŞKERÎ YÊN SER HEMWELATIYAN'

    Di daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de, gotinên Ebadî hatin şermezarkirin û tawanên piştî 16ê Cotmehê li Kerkûkê û Xûrmatuyê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine kirin hatin bîrxistin û hat gotin, ‘Birêz Heyder Ebadî bi daxuyaniyeke neberpirsane û şaşiyeke aşkere dizanin, çimku dûr e ji yasa û nirx û prensîpên hemwelatîbûnê û berovajiyê madeya 9 a destûra herdemî ya Iraqê ye, ku bi ti şêweyekê rê nade wan cure operasyonên leşkerî ku li dijî hemwelatiyên Iraqê werin encamdan û rewatiyê nade wan. Ew jî binpêkirineke din a zelal a destûrê ye ku dikeve ser wan binpêkariyên zêde yên destûrî ku ji aliyê hikûmetên yek li pey yekên Iraqê ve hatine encamdan. Ji wan jî cîbicînekirina madeya 140 a destûrê û her ew binpêkarî jî bûn ku bûne gef û metirsî ji bo parçekirina Iraqê û sedema wê yekê ku terorîstên DAIŞê vê şaşiyê bi kar bînin û rûbereke mezin a xaka Iraqê dagîr bikin û cenosayd û tawanên cur bi cur pêk bînin.'

    ‘DIVÊ EBADÊ DERIYÊ GOTÛBÊJÊ NEGIRE'

    Parlamentoya Kurdistanê daxwaza destpêkirina danûstandinê ji Serokwezîrê Iraqê kir û wiha domand: "Em dubare daxwaz ji birêz Ebadî dikin ku hêza lojîkê bi kar bîne û deriyê gotûbêjê û danûstandinê di rûyê Herêma Kurdistanê de negire û rê nede ku hejmoniya meramên siyasî yên biçûk li ser maf û îradeya gelên Iraqê û destûra wê hebe, çimku zirarmendê yekem û dawî di zimanê gef û bikaranîna hêzê de, hemwelatiyên Iraqê bi xwe ne û ev cur ji daxuyaniyên weke daxuyaniya birêz Ebadî metirsî û gef in bo ser paşeroja Iraqê ku weke welatekî şaristanî û demokratîk bimîne, lê belê danûstandin take rê ye ji bo rizgarbûna ji astengî û giriftan û gihîştina bi çareseriyê ji bo hemû arîşeyan."

    Bi heman mijarî:

    Li dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî êrîş: 14 kuştî û 40 birîndar
    'Ihtimal tine ku têkiliyên DYA û Tirkiyeyê asayî bibin'
    ‘Ji ber ku ji Demirtaş tirsiyan li hemberî wî komplo amade kirin'
    Di xutbeyê de şîroveya Parka Geziyê û operasyonên 17 û 25ê berfanbarê!
    Pûtîn roja duşemê serdana Enqereyê dike
    Nivîsgeha Ebadî: Hîn dema ji bo rakirina dorpêçê li ser balafirgehan nehatiye diyarkirin
    Tillerson: Bi îhtimeleke mezin balyozxane heta 2 salan nayê veguhastin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de