10:07 13 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Serokê Parlementoya Kurdistanê di têkoşîna li dijî gendeliyê de piştgirî da Ebadî

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Parlementoya Kurdistanê Yûsif Mihemed Sadiq duh pêncşemê li Parlemenetoya Ewropayê axivî û teqez kir ku di têkoşîna li dijî gendeliyê de piştgiriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin û xwest ku ew têkoşîn gişgir be ku Herêma Kurdistanê jî têxe nav xwe.

    Sadiqî Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi bîr anî ku biryar bû duh bihata darizandin û got, "di destpêkê de ez dixwazim em hemû silavên xwe ji bo birêz Demirtaşî ku îro li Tirkiyeyê tê darizandin û herwiha dixwazim silavên xwe bigihînim (Figen) Yuksendag xanim jî."

    SPASIYA YEYÊ JI BO ROJAVA Û HERÊMA KURDISTANÊ KIR

    Herwiha serokê parlemnetoya Kurdistanê spasiya YEyê û dewletên wê jî kir ji bo alîkariya kurdan li herêma Kurdistanê û Rojava di şerê li dijî DAIŞê de û got, "em spasiya hemû dewletên YEyê dikin ku alîkarî ji me re şandin û hevkariya me li başûrê Kurdistanê kir û hevkariya şervanên li Rojava jî kir."

    "DIVÊ KURD VEGERIN SER MAL Û MILKÊN XWE"

    Derbarê rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û têkiliya wan de jî, Sadiqî diyar kir ku di vê dema DAIŞ têk diçe de, têkiliyên herdû aliyan xerab in ku ji sala 2003an û vir ve gihiştiye asta herî xerab û got: Rewşa gelê Kurdistanê gelekî dijwar e û ji bo çêkirina zemîneke danûstendinê, pêwîst e ku zûtirîn dem rewşa leşkerî bi dawî bibe. Nexasim li parêzgeha Kerkûk û bajarên Xurmatû, Mexmûr û Şingal."

    Sadiqî di berdewamiya axiftina xwe de teqez kir ku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi şer û tundûtûjiyê çareser nabin û xwest ku hemû kurdên ji malên xwe derketine, vegerin ser mal û milkên xw.

    "DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ GENDELIYÊ LI SER ASTA IRAQ Û KURDISTANÊ BE"

    Li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku dê li dijî genedliyê jî têbikoşe, Sadiqî diyar kir ku piştgiriya hewlên wî dikin ji ber "şerê li dijî gendeliyê bi qasî şerê li dijî terorê giring e"  û xwest ku ew têkoşîna li dijî gendeliyê, gişgir û piralî be û ti kes li derveyî wî nemîne. Ev têkoşîna li dijî gendeliyê li ser asta Iraqê û asta Herêma Kurdistanê be."

    Herwiha Sadiqî di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Me rol û pêgeha xwe ya rasteqîn li herêmê baş nezanîn. Ev jî bû sedema sereke ya rewşa heyî…Me nekarî bi bi awayekî hevdem bi rê ve bibin û rê nehat dayîn ku pergaleke şefaf dûrî berjewndiyên şexsî pêk were û ev jî bû sedem ku komeke desthilatdar dest deyne ser bi milyarên dolarên ji pereyên giştî."

    Bi heman mijarî:

    Ji Iraqê bo peymana Rosneft û Kurdistanê daxuyanî
    Projeyasaya budçeya Herêma Kurdistanê ji bo Parlamentoya Iraqê hat şandin
    Qralê Urdinê li Amerîkayê behsa pirsgirêka Kurdistanê kir
    YE ji bo koçberên kurd yên rojava di zanîngehên Kurdistanê de kursiyên xwendinê vedike
    'Li Herêma Kurdistanê tundkariyên li dijî jinan zêde dibin'
    Gelo aqûbeta Aştî Hewramî çi ye û wê vegere Kurdistanê?
    Etîketan:
    HDP, Figen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de