15:13 12 Kanûn 2017
Zindî
    Xurmatû

    Li Duzxurmatûyê serdana heyeta Neteweyên Yekbûyî hat astengkirin

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Nûçegihanê ajansa Spûtnîkê li Herêma Kurdistanê ragihand ku 25 polîsên kurd ku ji bo beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê bibûn hatibûn girtin, serbest hatin berdan.

    Endamê Civata Bajarê Selahadînê Hesen Germiyanî daxuyanîk ji saziyên çapemenî yê re şand. Di daxuyaniyê de tê gotin ku hejmareke polîsên kurd li Duzxurmatûyê ji bo beşdarî proseya dengdana referandûma serxwebûna Kurdistanê bibûn, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibûn binçavkirin, duhî ji wan polîsan 25 jê serbest hatin berdan û yên mayîn jî dibe dimeke nêz de bi kefaletê werin berdan.

    Ji aliyê din ve rêxistina Heşda Şeibî destûr neda heyeta Neteweyên Yekbûyî serdana taxên kurdan ên li Duzxurmatûyê bikin.

    Endamê Civata Navçeya Duzxurmatûyê Serdar Ehmed di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Heyeteke taybet a mafê mirovan a bi ser Neteweyên Yekbûyî ji bo êrişên Heşda Şeibî yên ser kurdan xwest serdana taxên wan ê Duzxurmatûyê bike, lê milîsên Heşda Şeibî destûr neda heyeta mafê mirov ku li Duzxurmatûyê lêkolînê bike.”

     

    Bi heman mijarî:

    Parlementoya Kurdistanê ji bo mijara Xurmatûyê civiya
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    Berpirsê YNKê rewşa dawî ya Xurmatûyê ji Spûtnîkê re eşkere kir
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Etîketan:
    Endamê Civata Navçeya Duzxurmatûyê, Endamê Civata Bajarê Selahadînê, Serdar Ehmed, Hesen Germiyanî, Duzxurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de