05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê Pêşmerge û Alaya Kurdistanê

    Wezareta Pêşmerge bersiv da gotinên Heyder Ebadî

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Pêşmerge li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku gelekî mixabin serokwezîrê welatekî êrîşên li dijî welatiyên welatê xwe bi serkeftina li dijî terorê re miqayese dike, wekhev dibîne û şanaziyê pê dike.

    Serokwezîrê Iraqê di 6ê Berfanbara 2017an de li Bexdayê, paytexta Iraqê di axaftineke xwe de gotibû, "Pêkanîna yekîtiya Iraqê û astenkirina perçebûna wê serkeftineke din bû, ku ev serkeftin hîç ji serkeftina li dijî terorîstên DAIŞê ne kêmtir bû."

    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li ser van gotinên Ebadî daxuyaniyek belav û tê de got, "Birêz Ebadî dagirkirina leşkerî û êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê, kuştin û koçberkirina gelê Kerkûk, Xurmato û navçeyên din, hilweşandin, teqandin û talankirina xaniyên welatiyên Kurdistanê ji aliyê hêzên Iraqê ve, wekî serkeftineke mezin bi nav dike û bi serkeftina li dijî DAIŞê re miqayese dike, bi wê re wekhev dibine."

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de dest nişan kir ku, ew serkeftin li dijî DAIŞê, ku Ebadî pê şanaz dibe, li ber çavên hemû cîhanê bi saya hêzên pêşmerge pêk hatiye û bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê: "Her kes li bende ye, ku di demeke nêzîk de diyalog dest pê bikin û nakokî alozî çareser bibin. Daxuyaniyên wiha kîn û rika wan a li hemberî gele kurd derdixe holê. Lê dîrokê nişan daye ku îradeya gelê Kurdistanê hîç neşikiyaye û wê neşikê."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê ewropî li dijî biryarên Ebadî yên Kurdistanê derket
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da
    Ebadî: Bi merc em ji diyalogê re hazir in
    Konsûlê Îranê Axayê Ebadî: Îranê ti caran kurd wek dijmîn nedîtine
    Serokwezîra Brîtanyayê bi Heyder Ebadî re civiya
    Sîrwe Ebdulwehîd: Ebadî naxwaze li pêş erebên Iraqê bi Mesûd Barzanî re bicive
    Etîketan:
    bersiv, Serokwezîrê Iraqê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de