23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Rojava

    Siyasetmedar li ser encamdana hilbijartinan û pêşeroja Rojava çi dibêjin?

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Li ser çarenivîs û pêşeroja Rojava (Herêma Xweser a Federalîya Bakurê Sûriyê) siyasetzanên Kurd ên li Herêma Kurdistanê nêrîn û boçûnên xwe ji Spûtnîk Kurdistanê vegotin. Di nirxandinên siyasetmedaran de, nêrînên cuda derketin holê.

    Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Netewiya Demokrat a Kurdistanê (YNDK) Xefur Mexmurî dibêje, "Digel serhildana şoreşa gelê Sûriyê, gelê Kurd jî karî navçeyên xwe biparêze û rê nede terorîst bikevinê û niha îdareyeke Kurdî li ser sîstema federalî heye, ez di meha îlona derbas bûyî de çûme Rojavayê Kurdistanê ji bo beşdarîkirinê di kongreya PYDê de û min têbînî kir ku ji warê siyasî û leşekerî û îdarî ve ta radeyekê baş serketin bidest xistiye, lê pêwîst e ligel wan serketina azadiya siyasî bêtir hebe û tev paritiyên siyasî beşdarî pirosa siyasî li wê herêma kurdan bibin. Ji ber ku qonaxa niha rojava tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi kurdayetiyê ye ne weku partîyetiyê."

    MEXMURÎ: ENCAMDANA HILBIJARTINAN TA RADEYEKÊ EZMUNEKE BAŞ A DEMOKRASIYÊ BÛ

    Mexmurî di berdewamê de got, "Ez geşbînim bi pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û ew hilbjartinên berî çend rojan hatine encamdan ta radeyekî baş demokrasî bûn û derfet hebû bo partiyên siyasî ku beşdariyê tê de bikin û hêvîdarim partiyên siyasî xwe ji nakokiyan dûr bikin û tev bihevre beşdarî pirosa siyasî bikin û herêma Rojavayê Kurdistanê pêşda bibin."

    ‘RÛSYA XWEDÎ ROLEKE MEZIN E LI SÛRIYÊ Û PIŞTEVANIYA KURDAN JÎ KIRIYE'

    Li ser helwesta Rûsyayê bo Kurdan jî Xefur Mexmurî diyar kir: "Rûsya roleke pir girîng û mezin heye li Sûriyê û piştevaniya kurdan jî kiriye, lê hêvî dikin ku di pêşerojê de Rûsya bêtir piştevanî û alîkariya kurdan bike li Sûriyê, ji ber ku herêma Rojava karîgeriya xwe heye li ser rewşa Sûriyê û Rûsya dikare mifa ji wê karîgeryê webigire."

    MEXMURÎ: PIŞTÎ BÛYERÊN KERKÛKÊ AMERÎKA BAWERIYÊ NADE KURDAN'

    Mexmurî derbarê helwesta Amerîkayê li Rojava wiha axivî: "Bi rastî min bawerî bi Amerîka nîne bi taybetî piştî bûyerên Kerkûkê, Amerîka tenê li duv berjewendiyên xwe digere û me dîrokeke tal digel Amerîka heye, li sala 1975an Amerîka pişta xwe ji kurda kir."

    HEKARÎ: ROJAVA BI BEŞDARIYA HEMÛ PÊKHATEYAN VE TÊ BIRÊVEKIRIN

    Siyasetmedarê mesîhî li Herêma Kurdistanê, Sekreterê Partiya Bet Nahreyn a Demokratî (Partiya Mala dû Rûbaran a Demokratî ya Mesîhî) Romyo Hekarî, li pêşeroja rojava hilbijartinên çend roj berê bi bîr xistin û got, "Berî çend rojan hilbjartin li Rojavayê Kurdistanê hatine encamdan û li gor zanyariyên me tev pêkhateyên wê deverê bi azadane beşdarî wê pirosa demokrasî kiriye. Cihê xweşhaliyê ye ku navçeya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê tev pêkhateyên olî û neteweyî ji Kurd û Ereb û Aşurî û Kirîstiyan û tev netewên din dihê îdare kirin û tev beşdar in û bi taybetî gelê me weku Aşûrî Kildan beşdar in di tev saziyên birêvebirina navçeyê de. Hilbjartin tenê rêçka çareseriya pirsgirêk û ber bi pêşdeçûna welat e. Hêvîdarim hilbjartinên Rojavayê Kurdistanê jî bêtir wê herêmê ber bi pêşde bibin di tev waran de."

    HERDÎ: AMERÎKA WEKÎ HERÊMA KURDISTANÊ PIŞTA XWE NADE ROJAVA'

    Şêwirmendê Serokê berê yê Tevgera Goran Newşirwan Mistefa, Rêbîn Herdî li ser mijara Rojava got, "Ez bawer nakim Amerîka dest ji Rojavayê Kurdistanê berde û Amerîka ta niha berdewam e li ser alîkarîkirina PYDê û ez nebawerim pişta xwe bide rojava her wekî çawa pişta xwe da Herêma Kurdistanê û di nav Sûriyê de piranya dostên Amerîka nemane û hemû bûne tundkarên îslamî û tenê hêzek ku nêzîk be û Elmanîxwaz be û cihê baweriyê be tenê PYD ye. Di heman demê de rêjîma Beşar Esed li ser desthilatê bimîne yan nemîne, opozisyon desthilatê bigire kurdên Sûriyê bi sedema xebat û tekoşîna xwe bûne rastiyek kes nikare haşayê lê bike. Bêguman komeke mafên mezin bidest tînin, lê ez nizanim ew maf ta çi radeyê dibin lê mafên herî baş bidest dixin."

    AMÎNE ZIKRÎ: GARANTIYA PARASTINA ROJAVA YEKRÊZIYA KURDAN E

    Parlamentara Partiya Demoktrata Kurdistanê (PDK) Amîne Zikrî ku i bo çavdêrîkirina hilbijartinên berî çend rojan serdana Rojava kiribû li ser ezmuna rêveberiya xweser wiha axivî: "Serboriya Rojavayê Kurdistanê serboriyeke nû ye û taze ye û garantiya parastina wê jî yekrêziya hêzên kurdan e li wê deverê, lê mixabin niha di navbera aliyên siyasî de hin nakokî hene ku hinek ji wan boykota hilbjartinan kiribû ku ew yek xizmeta doza gelê kurd nake.
    Gelek rikmanî li hember Rojavayê Kurdistanê hene û metirsya dagirkirinê ji aliyê dijminên kurda ve heye. Ji ber wê yekê eger yekrêziya hêzên kurdî hebe ew rikmanî û metirsî namînin. Ji ber ku eger ew çareseriya nakokiyên xwe nekin çêdibe ew serboriya heyî ji destên me derkeve û gelê kurd derfeteke mezin ji dest bide."

    Zikrî li ser proseya hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên Rojava jî da xuyakirin, destpêkeke nû bû û hilbjartneke erênî û serketî bû, raste ku ne bê kêmasî bû, lê em bi çavekî pir mezin dinirxînin.

    Bi heman mijarî:

    Polêsên Îsraîlê mudaxeleyî xwepêşandêran kir: 108 kes birîndar bûn
    Googleê bi ya Trump kir: Qûds weke paytexta Îsraîlê nîşan da
    Parêzerên Demirtaş civînekê li dar dixin
    'Biryara Trumpî ya Qudsê dişibe biryara serxwebûna Kurdistanê'
    Pûtîn serdana Misrê dike
    ‘Amerîka, Erebîstana Siûdî û Tirkiye li hemberî Kongreya Niştimanî ya Diyalogê şer dikin'
    Hevserokê MSDê: DYAyê soz daye me daku em ê beşdarî çareseriya Sûriyeyê bibin
    Telar Fayeq: Dibe ku heta dawiya salê balafirxaneyên Herêma Kurdistanê bên vekirin
    Amerîka ji bo Tirkiyeyê hişyarî da
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de