04:28 18 Kanûn 2017
Zindî
    Pêşmerge rahênan - çekên Almanî

    Welatekî ewropî 100 pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Scotlandê di çarçoveya perwerdekirin a koalîsyona hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de biryar da ku 100 pisporên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê.

    Wek tê zanîn ji destpêka şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de heta niha bi hezaran pispor û şêwirmendên leşkerî yên koalîsyona hevpeyman hatine Kurdistanê, çek û teqemenî pêşkêş kirine.

    Generalê Scotlandê Kevin Kunuyî di axaftina xwe ya rojnameyê de got: "Pispor û şêwirmendên leşkerî yên Scotlandê di dema 6 mehên pêşiya pêş de wê serperiştiya perwerdehiya hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bikin."

    Ji aliyê din ve fermandarê amerîkî General Bradlî Beker ragihand ku Amerîka di biçekdarkirina hêzên Pêşmerge de berdewam e. Herwiha Kongreya Amerîkayê jî biryar dabû ku di destpêka sala 2018an dê bi qasî 364 milyon dolar alîkariya darayî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka dê li 2018an 364 milyon dolaran bide Pêşmerge
    Fîlozofê fransî fîlma xwe ya bi navê Pêşmerge li navenda NY nîşan dide
    Belgefîlmê Pêşmerge di festîvala Amsterdamê de hat xelatkirin
    Hevdîtinên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge bê encam ma
    Fermandarê amerîkî: Koalîsyon beşdarî birêxistinbûyîna Pêşmerge dibe
    Helgurd Hikmet: Biryara alîkariya Pêşmerge ya Amerîkayê pir erênî ye
    Etîketan:
    Scotland 100 pisporên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê, Scotland, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de