05:23 11 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk - Peykerê Pêşmerge

    ‘Ev rewşa niha ya Kerkûkê demkî ye û dê biguhere'

    © REUTERS/ Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê berê û siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman di axaftina xwe de ragihand ku rewşa Kerkûkê ya niha demkî ye û dê ev rewş biguhere.

    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê
    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Parlamenterê berê û siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman di axaftina xwe de got: "Rewşa niha ya Kerkûk û navçeyên wê demkî ye, dê ev rewş biguhere û mafê kurdan heye bergiriya xwe bikin."

    Mehmûd Osman di berdewamiya axaftina xwe ya ajansa BaaNewsê de dibêje: "Dema hevdîtin di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê kir, divê yek ji mijarên sereke ya hevdîtinan rewşa Kerkûkê be û çareyek jê re were dîtin. Divê Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî bi awayekî hevbeş bên birêvebirin."

    Osman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê pirsgirêkên heyî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê werin çareserkirin. Li gorî destûrê divê Pêşmerge vegere Kerkûkê. Heta niha Iraqê çend caran behsa bicihanîna destûrê kiriye û pêşmerge jî hêzeke destûrî ye û dikare vegere deverên Kurdistanî."

    Siyasetmedarê kurd di axaftina xwe de behsa rola Amerîkayê kir û got: "Divê em Amerîkayê baş nas bikin, ji bo ku ev rewşa heyî bi rizabûna Amerîkayê ye. Nabe milîsên Heşda Şeibî li Kerkûk, Xurmatû û li wan herêmên din bimînin. Eger dernekevin û êrişî kurdan bikin mafê Pêşmerge heye bergiriya xwe bikin."

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    Etîketan:
    Rewşa Kerkûkê ya niha demkî ye, Mehmûd Osman, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de