08:32 13 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    PDK: Divê kurd pêşiyê xwe di nav mala xwe de birêxisitin bikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî diyar kir ku divê kurd pêşiyê di nav mala xwe de xwe bi rêxistin bikin û got, ji bo çareseriya pirsgirêkan yekrêziya aliyên siyasî pir girîng e.

    Li gorî agahiyên malpera KDP.infoyê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî bi Rêvebera Beşa Siyasî ya Konsolxaneya Brîtanyayê Losi Smes re civiya û di wê civînê dedi çarçoveya pêvajoya piştî referandûmê de behsa rewşa siyasî, emnî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.

    Mîranî di warê sedema lidarxisitna referandûma Kurdistanê de dest nişan kir ku xelkê Kurdistanê ji Bexdayê bê hêvî bûbû, ji ber ku Bexdayê destur bi cih nedikir û bi berdewamî destûr bin pê dikir û dest danîbû ser mafên Kurdistanê.

    Herwisa Mîranî bal kişand ser, ku divê kurd pêşiyê di navmala xwe de xwe bi rêxistin bikin û got, ji bo çareseriya pirsgirêkan yekrêziya aliyên siyasî pir girîng e.

    Rêvebera Beşa Siyasî ya Konsolxaneya Brîtanyayê Losi Smes jî behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku divê ew pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin û serî li rêbaza leşkerî neyê dayîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamena Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir: Heşda Şebî cenosîdê dike
    Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da
    Wezareta Ragihandinê: Girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê zirarên mezin dide
    Amerîka: Em dostên kurdan û Herêma Kurdistanê ne
    Parlementoya Kurdistanê ji bo mijara Xurmatûyê civiya
    Etîketan:
    kurd, Sekreterê Polîtburoya Siyasî yê PDKê, Fazil Mîranî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de