14:16 11 Kanûn 2017
Zindî
    Parlamentoya Herêma Kurdistanê

    Parlamena Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir: Heşda Şebî cenosîdê dike

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementoya Herêma Kurdistanê roja 6ê Kanûnê civîneke taybet li ser binpêkirinên hêzên Heşda Şeibî û guhertina demografyaya Kurdan li Xurmatûyê li dar xist.

    Di civîna taybet a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, raport û belgeyên wêrakarî, talan, kuştin û bicihkirina ereban li şûna Kurdan li Xûrmatûyê hatin nîşandan û bang li civaka navdewletî hat kirin, tawanên Heşda Şeibî bidin rawestandin û dengê xwe derxin.

    Serokê Desteya Mafên Mirovan a Parlementoya Kurdistanê Soran Umer di civîna parlamentoyê de da xuyakirin, di bûyerên 15 û 16ê Cotmehê yên Xurmatûyê de çavên kamerayên derve ne li ser navçeyê bûn bi mebesta ku tawanên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê neyên belgekirin, lê belê baş e ku gelek wêneyên tawanên wan hatine kişandin.

    'KIRYARÊN HEŞDA ŞEBÎ LI XURMATÛYÊ BERDEWAM IN'

    Li gor nûçeya Rûdawê, Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Cafer Îbrahîm ragihandiye ku tawanên li Xurmatûyê hatine kirin û hîn berdewam in, cenosîd e û divê ew wan tawan bên şopandin.

    Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo vê civîna taybet a li ser binpêkirinên mafên mirovan li Xurmatûyê, konsulên welatên cîhanê û dîplomatên biyanî jî vexwendibûn hola parlamentoyê ku ew jî bûn şahidê wan dîmen û belgeyan.

    Bi heman mijarî:

    ‘Yekîtiya Ewropa ji daxuyaniya Trump gelekî bi fikar e’
    Ebas: Qûds paytexta Filîstînê ya ebedî ye
    Di nav YNKê de baskê ‘Nûbûn’ ava bû: YNKê daxuyanî da
    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Pûtîn: Tesbîta IOCê ya ku dibêje li Rûsyayê pergaleke dopîngê tune ye girîng e
    Li Mexmûrê êrîşa bombeyî: Kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de