17:21 18 Kanûn 2017
Zindî
    Avahiya YNKê

    Di nav YNKê de baskê ‘Nûbûn’ ava bû: YNKê daxuyanî da

    © AP Photo/ Emad Matti
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hejmarek ji kadroyên YNKê 2 roj berê basekekî nû bi navê ‘Nûbûn û Avakirina YNKê’ di nav partiyê de ragihandin û xwestin, YNK di zûtirin demê de kongreyê li dar bixe, sekreter û serkirdayetîyeke nû hilbijêre.

    Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) 6ê Kanûnê derbarê baskê nû de daxuyaniyek derxist û bersiva wî baskê nû yê di partiyê de serî hildaye da.

    Di daxuyaniya nivîsgeha rêxstina YNKê de ku ji Spûtnîk Kurdistanê re hatiye şandin de tê gotin, ‘Avakirina baskekî nû di berjewendiya partiyê de ye û ev kar nayê pejirandin.'

    ‘AVAKIRINA BASKÊ NÛ JI BO ARMANCÊN TAYBET Û KESAYETÎ YE'

    YNKê di daxuyaniyê de wiha got: ‘Di dema derbas buyî de baskek bi navê ‘Baskê Nûbûn û Avakirina Yekîtiyê' ji aliyê hejmarek ji hevalên YNKê ve hat ragihandin. Em bi pêwîst dizanin ku bi tev aliyan re rabigihînîn ku ev gav ji derveyî peyrew û programa partiya me ye. Her gavek ber derketin ji partiyê xizmeta Yekîtiyê nake û di heman demê de ev hewleke ji bo rêgirtina li hember lidarxistina kongreya 4an a YNKê ye. Ev kar nayê pejirandin, ji ber avakirina her bask û rewteke nû hindî bo armancên taybet û kesayetî ye. Ew hinde bo armancên çareseriya pirsgirêkan yan jî zindîkirina prensîbên partiyê nîne.'

    ‘EV CURE HEWLDAN XIZMETA YNKÊ NAKIN'

    Di beşeke din a daxuyaniyê de hat diyarkirin, ‘Pêwîst e hevalên YNKê hewlên xwe di çarçoveya rêyên şer'î de bikin û li dijî peyrew û programa partiyê nebin û careke din em tekez dikin ku ev cure hewl dikevin berjewendiya nehez û neyarên YNKê û bi çi awayekî xizmeta YNKê nakin.'

    Bi heman mijarî:

    Trump Qûds wek paytexta Îsraîlê nas kir: Biryareke derengmayî bû
    Pûtîn: Tesbîta IOCê ya ku dibêje li Rûsyayê pergaleke dopîngê tune ye girîng e
    Li Mexmûrê êrîşa bombeyî: Kuştî û birîndar hene
    Filistîniyan 3 roj hêrs ragihandin, Artêşa Israîlê di teyaquzê de ye
    Pûtîn: Herdû rexên Firatê ji DAIŞê hatin paqijkirin
    Li balafirgeheke Stenbolê alarma gumanbaran
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de