22:37 17 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîn (Arşîv)

    Li Mexmûrê êrîşa bombeyî: Kuştî û birîndar hene

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 07

    Li kampa Mexmûrê ya li Herêma Kurdistanê teqînekê rû da. Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene. Li gor zanyariyên Spûtnîkê di encama êrîşa kampê de herî kêm 7 kesan can daye û 10 kes jî birîndar bûne.

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê ji Hewlêrê ragihand ku di encama êrîşa bi ser kampa Mexmûrê (Wargeha Rûstem Cûdî) de ziyaneke mezin a canî û madî çêbûye. Hat ragihandin ku birîndar bo nexweşxaneyên Hewlêrê hatine veguheztin û bangewaziya xwînê bo birîndaran tê kirin ku niha hejmarek li Nexweşxaneya Rojava ya Hewlêrê ne.

    'OTOMOBÎLA BOMBEBARKIRÎ JI MÛSILÊ HATIYE'

    Berpirsê Tevgera Gorane li Mexmûrê Hemîd Mihemed ji Mexmûrê bo Spûtnîk Kurdistanê derbarê teqînê de zanyarî dan û piştrast kir ku teqîn di encama teqandina otomobîleke ji Mûsilê hatiye ve hatiye encamdan.

    Mihemed da zanîn ku derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal tune ne û pirsgirêka herî mezin jî nebûna nexweşxaneyekê ye li Mexmûrê.

    Li gor zanyariyên wî berpirsî, veguheztina birîndaran bo nexweşxaneyan bi şev pir zehmet e ku wan bikarin bi hêsanî bigihînin Hewlêrê.

    HERÎ KÊM 7 KUŞTÎ Û 10 BIRÎNDAR HENE

    Derbarê kuştî û birîndaran de jî Mihemed got, li gor zanyariyên destpêkê bi kêmî agahiyên ku 7 kesan can daye û 10 jî birîndar bûne hatine ber destê wan.

    Hat zanîn ku teqîn di nav kampa Mexmûrê ku koçberên kurdên ji Tirkiyê çûne wir lê dimînin, rû daye.

    ​Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mistefa ku li Hewlêrê dimîne jî heman agahîyên derbarê êrîşê de ji peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê re piştrast kirin û da xuyakirin ku ew ji ber nebûna hêzên asayîşa herêma Kurdistanê li deverê ta niha nikarin zanyariyên zelal derbarê encamên teqînê de bi dest bixin.

    Bi heman mijarî:

    Filistîniyan 3 roj hêrs ragihandin, Artêşa Israîlê di teyaquzê de ye
    Pûtîn: Herdû rexên Firatê ji DAIŞê hatin paqijkirin
    Rûniştina 6em a guhdarîkirina Sarraf: 99%ê nûçeyên derbarê me de diweşiyan derew bûn
    Li balafirgeheke Stenbolê alarma gumanbaran
    Pûtîn namzediya xwe ya ji bo serokatiyê ragihand
    Etîketan:
    Mexmûr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de