17:34 18 Kanûn 2017
Zindî
    Balafirxane

    Wezareta Ragihandinê: Girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê zirarên mezin dide

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Berdevkê Wezareta Gihandin û Veguhastinê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê îro ragihand ku: "Ew şîrketên ku di firokexaneyên Herêmê de kar dikin rastî zirarên mezin hatîne û Iraq jî heta niha bi 30 milyon dolarî deyndarê Herêmê ye.

    Berdevkê Wezareta Gihandin û Veguhastinê Umêd Mihemed di daxuyaniyekê de jî bo çapemeniyê ragihand ku: " Ji bo vekirina herdû balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê tu gavek nayê avêtin û wezareta me amadeye ji bo destpêkirina danustandina derbare vê mijarê de, lê mixabin Bexda ne amade ye û bersiva me nade.

    Herwiha Mihemed destnîşan kir ku gelek serdanên firokeyan hatîne ragirtin. Wekî nimûne şîrketa Turkish Airlines di heftyekê de 100 sefer dikirin. Şîrketa Şahan a Urdunê nêzî 30 seferan dikirin û piraniya hêlên asîmanî yên welatê Qeterê û Dubaiyê û Lofthansa û hinên din rojane dihatin û firînê wan hebûn.

    Berdevkê Wezareta Gihandin û Veguhastinê qala zirar û ziyaniyên her dû firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û wan şîrketên ku di her dû firokexaneyanda kar dikirin kir û aşkere kir ku û heke girtina van firokexaneyan berdewam bike dê ev ziyaniyên wan hîn bêtir bibin.

    Tê gotin ku hikumeta Iraqê bi biryarekê li roja 29 meha Îlona derbas bûyî asîmanê Herêma Kurdistanê ji bo firîn û serdana girt û her du firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê girtin. Ji van balafirxaneyan tenê ji bo nava Îraqê dikare were firîn û herwiha ev biryara hikûmeta Iraqê cezayeke ji bo Herêma Kurdistanê ku ji ber encamdana referandûma serxwebûnê daye.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan wê bi hêzeke hîn xurt derkeve meydanê
    Iraq: Bexda li bendê ye ku Kurdistan encamên referandûmê hilweşîne
    Sputnik Kurdistan hemû hûrgiliyên hilbijartinên li Rojava diweşîne
    ‘Kurdistan, herdem bi hiqûq û qanunên cuda hat birêvebirin’
    Iraq: Eger Kurdistan petrolê bide me em ê meaşan bişînin
    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
    Serokwezîrê Kanadayê ji bo erdheja Kurdistan û Îranê peyamek weşand
    Etîketan:
    berdewam, wezaret, balafirxane, Umed Mihemed, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de