16:28 18 Hezîran 2018
Kerkûk - Peykerê Pêşmerge

YNK: Em ê serî li dadgehên navdewletî bidin

© REUTERS / Stringer
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Endamê Parlementoya Iraqê yê koma YNKê Mihemed Osmanî îro sêşemê ragihand ku "rewşa niha li Kerkûk û Xurmatûyê li ber teqînê ye" û teqez kir ku êdî vî tiştî qebûl nakin.

Osman civîneke rojnamevaniyê li Kerkûkê bi rê ve bir û got: "Piştî bûyerên 16 Cotmeha borî, Kerkûk, qezaya Daqûq, Xurmatû û Dibisê di rewşên tirsnak û zehmet re derbas bûn, nexasim qezayên Dibis û Xurmatûyê.

Herwiha Osmanî teqez kir, "eger dosyaya ewlekariyê ya van herêmên nedin hêzên hevbeş, dê serî li dadgeha Lahay, NY û YEyê bidin."

Parlementerê YNKê destnîşan kir ku "tawan û êrîş gihiştin astekê ku hemû nirxên mirovî bin pê kirin û ev jî binpêkirineke eşkere ye ji destûra Iraqê û mafên mirovan re û digihêje astan pêkanîna komkujiyan li dijî gelê kurd".

Osmanî diyar kir ku hemû binpêkirinên ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine kirin, hatine tomarkirin.

Endamê Parlementoya Iraqê yê koma YNKê Mihemed Osmanî nimûneyên binpêkirinan wiha ragihandin:

  • Li Kerkûk, Xurmatû û xalên kontrolê sivikatî bi kurdan hatiye kirin.
  • Bi dehan kurd ji karên xwe hatin bidûrxistin bê ku ti palpişteke qanûnî jê re hebe.
  • Hêzên iraqî dest daniye ser 500 xaniyî
  • Talankirina 2000 malî li Kerkûk û Xurmatûyê
  • Şewitandina 250 xaniyên kurdan li Kerkûk û Xurmatûyê
  • Teqandina 51 xaniyên kurdan li Kerkûk û Xurmatûyê
  • Revandina kurdan li Kerkûkê berdewam e.

Bi heman mijarî:

Ji walî bo NY: Kerkûk jî tevlî referanduma serxwebûnê dibe
Parlamenterê AKPê: Biryara referandumê ne şaş e û Kerkûk di destê kurdan de be baştir e
Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
Biryara dawî hat dayîn: Kerkûk diçe referandûmê
HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
Etîketan:
YNK, Mihemed Osman, Xurmatû, Daqûq, Dibis, Kerkûk
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de