17:35 18 Kanûn 2017
Zindî
    Dilşad Mistefa Wesanî

    Dilşad Mistefa Wesanî: Fransa derbarê Herêma Kurdistanê de peyameke bihêz da Bexdayê

    © Sputnik/ Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê cara ewile ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeyeke payebilind di ser Tirkiyê re derbasî Fransayê bû. Çavdêrê siyasî Dilşad Mistefa Wesanî derbarê giringiya vê serdanê de ji Spûtnikê re axivî û got: "Serokê Fransa peyameke bi hêz da Bexdayê."

    Dilşad Mistefa derbarê serdana Barzanî ya ji bo Fransayê de diyar kir ku: "Serokê Fransayê peyameke bihêz da Bexdayê ku ew sîyaseta ku Bexda li hember Herêma Kurdistanê dimeşîne, li derveyî Destûra Iraqê ye û pêwiste ku Hewlêr û Bexda hewl bidin ku çareseriya kêşeyan bikin."

    Mistefa serdana şanda Kurdistanê a ji bo Fransa weha dinirxîne: "Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Parîsê ji ber ku pirsa danûstandina Hewlêr û Bexdayê bûye rojeva cîhanê pêkhatiye. Kêşe jî di vir de ye ku Iraq ji destûrê poşman bûye. Di germî û coşiya şerê DAIŞê û Şiiyan de, Iraqê projeyeke nivîsî û navê wê jî kire çareseriya dîrokî. Mebest ji vê yek qonaxa piştî DAIŞê bû. Lê belê ev proje bi temamî li dijî Destûra Iraqê bû. Hikûmeta Iraqê bûyerên 16ê Cotmehê wekî derfêt dîtin ku xwe ji destûrê vedize. "
    Mistefa da zanîn ku hikûmeta Iraqê bi vî hawî dixwaze xwe ji destûrê vedize: "Ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî bikaranîna hêzên leşkerî derveyî destûrê ye. Hikûmeta Bexdayê di wê baweriyê de ye ku, ew biserketiye û Herêma Kurdistanê jî têk çûye. Her bi vî awayî li hember Herêma Kurdistanê tevdigere û ji bo danustendina destûr neda hikûmeta Kurdistanê.

    ‘NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û QUBAD TALABANÎ HEWL DIDIN KU BAWERIYÊ BI EBADÎ BÎNIN'

    Derbarê peyama Serokê Hikumeta Herêmê ji bo Parîsê jî Wesanî weha dibêje: "Ev serdana Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talabanî hewleke ji bo ku baweriyê bi Heyder Ebadî bînin, da ku danûstana ligel herêmê destpê bike. Lê mixabin Bexda bi wê serdanê qayîl nîne û daxwaziyên Emanuel Macron ê Serokê Fransayê red dike û helwesta Macron rexne dike. Bi taybetî Nurî Malikî yê cîgirê serokomar ku dibêje mafê Macron nine ku qla hilweşandina Heşdî Şeîbî bike.

    BÊDENGIYA CIVAKA NAVDEWLETÎ HÊZÊ DIDE BEXDAYÊ

    Derbarê helwesta civaka navdewletî ya bi giştî de jî Wesanî weha got: "Mixabin bê dengiya civaka navdewletî weha kiriye ku Bexda xwe xwedî derfet bizane. Ji ber ku li hember êrîşên Heşda Şeîbî û artêşa Iraqê yên bi ser Kerkûk û derbiderkirina kurdan bê deng bû. Bi baweriya min bermanê Iraqê ew e ku destûr cî bi cî neke. Ji ber hindê guhdariya kesî nake û divê li gor heza xwe reftarê ligel destûrê bike û bi navê destûrî êrîşî kurdan dike.

    ‘DIVÊ WELATÊN MEZIN FIŞAREKE TUNDTIR BÎNIN SER BEXDAYÊ'

    Wesanî derbarê peyama Parîsê ya ji bo Bexdayê jî weha da zanîn ku: "Di rastiyê de Makron hewleke rijd da û peyameka bihêz da Bexdayê ku ew tiştên tu dikî derveyî destûrê ne û careke din destûr bi bîra Bexdayê anî. Hewlên Parîsê girîng in ji ber ku diçine ser hewlên Amerîka û hin welatên din, ji bo ku Bexda haydar biken ji bo cî bi cî kirina destûrê. Destûra welêt garantiya pêkve jiyana pêkhateyên Iraqê ye, lê bo vê meselê welatên mezin û civaka navdewletî pêwîste fişarên tundtir l iser Bexdayê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Macron di civîna çapemeniyê de daxuyanî dan
    Jêderekî ji PDKê: Nêçîrvan Barzanî wê bi Serokomarê Tirk re bicive
    Hevdîtina Barzanî û Macron dest pê kir
    Barzanî û Macron li Fransayê dicivin
    Nêçîrvan Barzanî gihişte Parîsê
    Nêçîrvan Barzanî ji bo çi çû Tirkiyeyê?
    Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû
    Fûad Mesûm li gel Barzanî û Talabanî dest bi civînê kir
    Etîketan:
    Bexda, destûr, peyam, Sputnik Kurdistan, Dilşad Mistefa Wesanî, Herêma Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de