02:56 18 Çile 2018
Zindî
    Emîrê Komela Islamî ji serok perlemanê îraqê dixaze pişka herêma kurdistanê ji budceyê zêde bike

    Emîrê Komeleya Îslamî ji Serokê Parlementoya Iraqê xwest ku budçeya Kurdistanê zêde bikin

    © Sputnik/ Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 12

    Emîrَê Komeleya Islamî li Kurdistanê Elî Bapîr li gel Serokê Perlemantoya Iraqa federal Selîm Ciburî civînek li dar xist û tê da herdû aliyan rewşa herêmê, Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

    Di daxuyaniyekê de ku nivîsîngeha Emîrê komeleya Islamî li Kurdistanê bo saziyên raghandinê weşandine ku wêneyekîwê bo peyaminêrê Spûtînk Kurdistanê li Hewlêrê jî şandiye dibêje" îro Elî Bapîr Emîrê komeleya Islamî serdana Selîm Cibûrî Serokê Perlemantoya Iraqê kiriye û herdûyan bi hevre civînek li dar xistiye.

    Herwiha xuya dike ku di civînê de Elî Bapîr daxwaz ji serokê Perlemantoya Iraqê kiriye ku projeya budçeya Iraqê bi awayekî dadwerane be û beşa Herêma Kurdistanê jî bi temamî tê de cih bigire û vegere 17% ji budceya Iraqê, ne ku wek li 12.67% be.

    herwesa encamdana helbijartnên giştî li îraqê û peywendyên di nêvbera Herêm û Bexdayê mijarên din ên hevdîtina wan bûne.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bersiva daxwaza Hikûmeta Kurdistanê da
    'Em ê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê sê pêşniyaran bikin'
    5 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo çareseriyê dicivin
    Ofîsa Ebadî şertên diyalogê bi Kurdistanê re eşkere kirin
    Goranê ji bo deynên Kurdistanê pêşniyarek li Ebadî kir: Dest deyne ser milkên rayedaran
    Hikûmeta Kurdistanê bersiv da Heyder Ebadî: Divê hemû biryar bên hilweşandin
    Dîroka hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû
    Etîketan:
    Selîm Cibûrî, Elî Bapîr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de