12:43 22 Çile 2018
Zindî
    Herêma Kurdistanê - Alaya Kurdistanê

    PDK: Em bêmerc amade ne nakokiyan li gel Bexdayê çareser bikin

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya şandeyeke Balyozxaneya Kanadayê ya li Iraqê de ragihand ku Herêma Kurdistanê bi her awayan û bêmerc amade ye nakokiyan li gel Bexdayê çareser bike, lê Bexda ji bilî cezakirina gelê Kurdistanê ti pêngavan naavêje.

    Îro Fazil Mîranî pêşwazî li Berpirsê Balyozxaneya Kanadayê li Iraqê Endro Tarnr û şandeya pê re kir. Di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û aborî û ewlehiyê ya Iraq û navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî hat kirin, herwiha gotûbêj li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û pêşhatên dawî û guhertinên piştî referandûmê hat kirin.

    Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî hêvî kir ku alîkariyên Kanadayê bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê berdewam bin.

    "IRAQ JI BILÎ SIZAKIRINÊ TI PÊNGAVAN NAAVÊJE"

    Derbarê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Mîranî got ku, Herêma Kurdistanê bi her awayan û bêmerc amade ye bo çareserkirina nakokiyan li gel Bexdayê, lê Bexda ji bilî cezakirina gelê Kurdistanê ti pêngavan navêje. Herwiha tekez kir ku Kurdistan dê bimîne aramgehek bo hemûyan.

    Şanda Balyozxaneya Kanada jî spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser vê pêşwaziyê û tekez kir ku pir girîng e aramî û seqamgîrî li Herêma Kurdistanê bicîh bibe û herwiha welatê wan piştevan e ji diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

     

    Bi heman mijarî:

    Altan Tan: Kurdistan ava bibe, dinya xera nabe
    "Fişarên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana Kurdistan û Iraqê zêde ne"
    Civîna Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraqê bi serokatiya Barzanî dest pê kir
    Şêwirmendê Serokwezîr: Kurdistan bi destê Tirkiyeyê tê avakirin
    Wezareta Pêşmerge sedema girtina rêya navbera Kurdistan û Mûsilê eşkere kir
    Kurdistan: Iraq, Tirkiye û Îranê berî referandûmê gotûbêjên nepenî kirine
    Kurdistan: Em îdareya dualî ya Kerkûkê qebûl nakin
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Etîketan:
    PDK, Fazil Mîranî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de