12:29 24 Çile 2018
Zindî
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Yekgirtûya Îslamî ji bo serokê Encûmena Kerkûkê daxuyaniyek da

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî namzetekî nû pêşniyar kir daku şûna serokê wekîl ê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî bigire ku piştî 16ê Cotmehê ji Kerkûkê derketibû ji ber ku Hêzên Iraqê û Heşda şeibî ketibûn parêzgehê.

    Talebanî piştî 2014an bi wekalet serokatiya Encûmena Parêzgehê kiribû û roleke giring di bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê lîstibû ku ew biryara piraniya dengdana endamên encûmenê hatibû bilindkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Rêbiwar Talebanî endamê partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî ye û piştgirekî xurt bû ku Kerkûk tev li referandûma serxwebûna Kurdistanê bibe.

    Gelek endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku Rêbiwar Talebanî jî di nav wan de ye, radigihînin ku ji ber nebûna ewlehiyê li parêzgehê venagerin Kerkûkê.

    Li gorî malpera Kurdistan24ê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hadî Elî bi daxuyaniyekê ragihand ku partiya wî dixwaze istiqrar li Kerkûkê vegere û xebatên civînên encûmenê parêzgehê careke din hêsan bikin.

    Endamên komên tirkmen û ereb ên encûmena parêzgehê xwestibû ku Rêbiwar Talebanî ji kar bê bidûrxistin.

    Elî diyar kir ku partiya wî wiha difikire ku keseke din di şûna Talebanî de bibe namzet.

    Bi heman mijarî:

    Talabanî sedema diyarnekirina cihê civîna encûmena Kerkûkê eşkere kir
    Talebanî: Nabe Meclisa Bajêr a Kerkûkê were feshkirin
    Grûba Birayetî ya meclisa Kerkûkê biryara xwe ya ji bo civînê da
    Li ser civîna sibe ya civata parêzgeha Kerkûkê aliyên kurd xwedî helwestên cuda ne
    Ala Talabanî: Parlemento nikare Encûmena Kerkûkê ji kar bi dûr bixe
    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin
    ‘Waliyê meşrû yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e'
    Barzanî derbarê vekişîne ji Kerkûkê de axivî
    Etîketan:
    Yekgirtûya Îslamê ya Kurdistanê, Hadî Elî, Rêbiwar Talebanî, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de