18:14 17 Çile 2018
Zindî
    Pêşmerge Ala Kurdistanê

    2 polîsên kurd di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan

    © AFP 2018/ AHMED DEEB
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin li nêzî herêma Xurmatûyê 2 polîsên kurd di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dan. Nayê zanîn ku polîsên kurd ji aliyên kê ve hatine kuştin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundê Xerre yê di navbera Xurmatû û Kîfriyê de 2 polîsên kurd rastî êrişa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan polîsan xelkê Kifrî û yê din jî ji Cebareyê ye. Malbatên polîsan niha hewl didin termên wan werbigrin.

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, hinek dibêjin ku bi destê Heşda Şeibî hatine kuştin. Lê hinek kes jî dibêjin ji aliyê wê grûba çekdar a nenas polîs hatine kuştin. Li gorî zanyariyan beriya demekê hêzên ewlehî yên Kurdistanê 2 çekdarên vê grûba nenas girtine. Wan jî ji bo tolhildanê polîsên kurd kuştine.

    Piştî dagirkirina Kerkûk û navçeyên wê grûbeke çekdarên nenas li herêmê peyde bibû û hê jî nayê zanîn ew grûba çekdar kî ye û ji bo kê dixebite.

    Bi heman mijarî:

    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    RT: Li Xurmatûyê pevçûn di navbera Pêşmerge û Heşdî Şeibî de derket
    Etîketan:
    Polîsên kurd, Heşda Şeibî, DAIŞ, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de