23:37 23 Gulan 2018
    Çekdar

    Hêza çekdarên nenas berê xwe dane herêmên di bin kontrola Iraqê de

    © AP Photo / Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî bûyera 16ê Cotmehê û çûna artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûk û navçeyên din, grûbeke çekdarên nenas ku hejmara wan derdora 500 kesan bû di navbera Xurmatû û Kelarê de li derdora bajarokê Zinane bicîh bibûn.

    Hinek kesan îdîa kiribûn ku ew milîtanên DAIŞê ne, lê hinek kesan jî digotin ku ew çekdarên grûbeke nû ne û li dijî hikûmeta Iraqê kar dikin. Berpirsê Malbenda 16 a Hemrînê ya YNK Mela Kerîm Şukur ragihand ku şevên derbasbûyî piraniya wan çekdarên nenas herêm bicîh hiştine û çûne.

    Li gorî daxuyaniya berpirsê YNKê yê Hemrînê, ew çekdarên nenas li gundên Şora, Pelkaneya Xwarê û Pêlkaneya Jorê û Qurê Çay bicîh bibûn. Lê piraniya wan ber bi parêzgeha Diyala û navçeyên bin kontrola hikûmeta Iraqê ve çûne.

    Berpirsekî din ê YNKê li Xurmatûyê Reîs Kemal dibêje: "Berê agahiya me ji vê hêzê hebû. Bi nêrîna me ew paşmayiyên DAIŞê ne. Piştî 16ê Cotmehê hejmara wan zêdetir bû. Nêzîkî 5 yekîne ne û çekê wan ê herî giran jî roketavêj e."

    Hêjayî gotinê ye ku ji xeyrî vê hêza nenaskirî, hêzekî din a xwebexş a Pêşmerge yê bi navê Rizgariya Nîştîmanî li derdora Xurmatû bicîh bûye û endamên vê hêzê ew kes in ku mal û milkên wan li Xurmatûyê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye desteserkirin, talankirin an jî şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Dîplomatê amerîkî: Fransa piştgiriya xwe ya Kurdistanê eşkere kir'
    Gelo aqûbeta Aştî Hewramî çi ye û wê vegere Kurdistanê?
    'Li Herêma Kurdistanê tundkariyên li dijî jinan zêde dibin'
    Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê: Şandeya Herêma Kurdistanê gaveke erênî ye lê...
    YE ji bo koçberên kurd yên rojava di zanîngehên Kurdistanê de kursiyên xwendinê vedike
    Etîketan:
    Çekdarên nenas, DAIŞ, YNK, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de