13:40 18 Kanûn 2017
Zindî
    Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyemîn

    Qralîçe Elizabeth ji bo nameya helbestî ya profesorê kurd got: Tevî karê siyasî nabim!

    © REUTERS/ Hannah McKay
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Profesorê Kurd Bedirxan Sindî nameyeke helbestî ji Şahjina Brîtanyayê Elizabetha Duyem re şand ku Elizabethê jî bersiva nameyê daye.

    Elizabethê li ser nameya Prof. Dr. Bedirxan Sindî ku 73 salî ye û nameyeke helbestî derbarê hayjêbûna rewşa Kurdan jê re nivîsiye gotiye, wê pir bi hûrî name xwendiye, lê ji bo daxwazên Profesorê Kurd jî diyar kiriye ku ew karê siyasî nake.

    PROFESORÊ KURD GILÎ Û GAZINÊN KURDAN LI QRALÎÇEYA BRÎTANTAYÊ KIRIN

    Li gor nûçeya Rûdawê, Profesorê Kurd Bedirxan Sindî di wan demên dawiyê de nameyeke gilîdariyê ji Şajina Brîtanyayê Elizabetha Duyem re dişîne ku di wê nameyê de, bi şêwazeke helbestî rexne ji rola Brîtanyayê ya li hember Kurdistanê digire û ji Şajin Elizabeth re dibêje, ku welatê wê di astengiyên li pêşiya damezirandina dewleta Kurdistanê de rol hebûye.

    Dr. Bedirxan Sindî li ser nameya xwe got: "Min xwest di wê nameyê de wê (Şajin) têbihînim ku peymannameya Sykes-Picotê çend bandor li ser her çar parçeyên Kurdistanê çêkiriye. Min bi şêwazekî şaîrane û edebî ya pir bilind, hemû tişt jê re bi sîmbolan nivîsandiye, heta navê serokwezîrê wê demê yê Brîtanyayê jî min neaniye, lê belê min bi awayekî sembolî behs lê kiriye."

    ELÎZABETH KÊFXWEŞ BÛYE JI NAMEYÊ

    Şajina Brîtanyayê jî bi rêya ofîsa xwe bersiva nameya profesorê Kurd daye û jê re gotiye, ew pê kÊfxweş bûye ku kesek bi wê zelaliyê Şajinê di doza welatê xwe de beşdar bike, lê belê ew karê siyasî nake.

    Bedirxan Sindî dide zanîn: "Di wê nameyê de Şajin nivîsandiye, min helbest û nameya te bi hûrî xwend, lê belê mixabin, li gorî Destûra Brîtanyayê Şajin nikare tevlî siyasetê bibe."

    Bi heman mijarî:

    Dê înşaeta stadyuma Volgogradê îsal bidawî bibe
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    ‘Dibe ku Tirkiye hevdîtinên bi Esad re bide destpêkirin’
    Belgefîlmê Pêşmerge di festîvala Amsterdamê de hat xelatkirin
    10 zanîngehên Rûsyayê ketin nav lîsteya 50 zanîngehên sereke yên BRICSê
    Etîketan:
    Brîtanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de