01:09 19 Kanûn 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Hikûmeta Kurdistanê bersiv da Heyder Ebadî: Divê hemû biryar bên hilweşandin

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya 21ê Mijdarê û xwest, hemû rêkarên li dijî herêma Kurdistanê werin hilweşandin.

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser malpera fermî ya hikûmeta Kurdistanê bersiva gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên ku roja sêşemê 21ê Mijdarê di civîneke rojnamevanî de kiribûn da.

    ‘DIVÊ HEMÛ BIRYARÊN DORPÊÇ Û SIZAYÊN HIKÛMETA IRAQÊ BÊN HILWEŞANDIN'

    Dizeyî li dijî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya roja 20.11.2017ê û hemû rêkar, derencam û tedbîrên neadil ku weke reaksiyon li hember referendûmê li dijî Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal û perlamentoya Iraqê ve girtine ber derket û xwest, hemû biryarên wekî; kêmkirina beşa budceya Herêma Kurdistanê, cezakirina nûnerên Herêma Kurdistanê li parlamentoya Iraqê, daxistina balafirxane û hemû ew biryarên din ku roja 27.09.2017ê, yên berî biryara dadgeha federalî jî, weke reaksiyon ji aliyê parlamnetoya Iraqê ve li dijî xelk û Herêma Kurdistanê hatine dayîn, bên hilweşandin.

    ‘DIVÊ MAFÊN DESTÛRÎ YÊN PÊŞMERGE DABÎN BIKIN'

    Dizeyî li ser pirsa pêşmerge got: "Pêşmerge hêzeke ku destûra Iraqê îtîraf pê kiriye. Pêşmergeyê Kurdistan, digel hêzên din yên Iraqê, di parastina welêt û têkşikandina DAÎŞê û bi taybetî di operasyona azadkirina Mûsilê de, roleke sereke lîst. Eger pêşmerge nebûya, di şerê dijî DAÎŞê de, Kerkûk jî û gelek deverên din wekî Mûsilê ji dest diçûn. Pêşmerge di cenga dijî DAÎŞê de 1.602 şehîd, 10.233 birîndar û 62 windabûyî heye. Civaka navdewletî û şexsê birêz Ebadî jî çend caran pesina rola hevkarî, piştevanî û hevahengiya pêşmerge digel arteşa Iraqê kiriye, divê hemû alî her bi vî awayî li pêşmerge binêrin û mafên destûrî yên pêşmerge dabîn bikin. Mixabin heta niha hikûmeta federal tu salekê miaşê pêşmerge nedaye, her çiqas, li gor destûrê pêşmerge beşek ji sîstema bergiriya Iraqê û divê mişa û şayîsteyên darayî ji aliyê hikûmeta federal ve bên dabîn kirin."

    ‘IRAQ PIRSA MIAŞAN CIDÎ NAGIRE Û NE AMADE YE BIDE'

    Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê li ser pirsgirêka miaşan jî da xuyakirin ku Ebadî çend caran soz daye mûçeyan bişîne û wiha pê de çû: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim tekîd kiriye ku amade ye di vî warî de hevahengiya pêwîst bike, lê di rastiyê de hikûmeta federala Iraqê di warê praktîkê de gaveke bi tenê jî neavêtiye, heta ew ne amade ne lîsta Biometry ya miaşgirên Herêma Kurdistanê werbigire, ji ber vê yekê êdî xelkê Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku pirsa hinartina miaş ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, pirsek ne cidî ye, lê ew bi tenê gotinin û ne tiştekî din."

    ‘BINAVKIRINA KURDISTANÊ WEKÎ WÎLAYETÊN BAKUR BINPÊKIRINA DESTÛRA IRAQÊ YE'

    Sefîn Dizeyî herwiha bal kişand ser binavkirina ‘wilayetên bakur' bo Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve û got, "Binavkirina Herêma Kurdistanê bi Wîlayetên Bakur yan bi her navekî din yê çêkirî, bi eşkereyî binpêkirina destûra Iraqê ye û herêma Kurdistanê red dike, gelê Kurdistanê jî bi hemû alî û pêkhateyan ve, li ser parastina qewareya destûriya Herêma Kurdistanê hevdeng in."

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku Tirkiye hevdîtinên bi Esad re bide destpêkirin’
    Belgefîlmê Pêşmerge di festîvala Amsterdamê de hat xelatkirin
    10 zanîngehên Rûsyayê ketin nav lîsteya 50 zanîngehên sereke yên BRICSê
    Li Kerkûkê êrîşî bargeha Heşda Şeibî kirin
    Raportora NYyê: Milîşeyên şîe û hêzên Iraqê ‘tawanên şer’ kirine
    Şêwirmenda Esad: Em amade ne bi kesên baweriya wan bi çareseriya siyasî heye re rûnin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de