19:19 20 Nîsan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    ‘Di demeke nêzîk de danûstandin bi Bexdayê re dest pê dike’

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê Ferhad Neimetullah li ser mijara diyarkirina budçeya Herêma Kurdistanê û danûstandinan diyar kir, her ku dem nehatiye destnîşankirin jî dê li demeke nêzîk dîyalog dest pê bike.

    Nûnerê Herêma Kurdistanê li ser kêmkirina budçeya Herêma Kurdistanê ya 2018an wekî 12.67%ê budçeya Iraqê got, ‘Ev guhertin bi zêdekirinê dibe ne bi kêmkirinê, ji ber ku berî niha pişka Herêma Kurdistanê %17 bûye û ew yek dê wek xwe bimîne, heta ku serjimêrî li Iraqê tê kirin."

    Li gor nûçeya Rûdawê Ferhad Neimetullah da xuyakirin, hewldanên ji bo destpêkirina danûstandina Hewlêr û Bexdayê berdewam in, lê hîn dem nehatiye destnîşankirin û got, ‘Dê di demeke nêzîk de danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike.'

    Bi heman mijarî:

    Serdozgeriyê bersiv da serlêdana parêzerên Ocalan
    Doz li Barzanî, Talabanî û Kerîm hat vekirin
    Balafirên bombebarana stratejîk yên rûsî baregehên DAIŞê yên Dêrezorê bombebaran kirin
    Dema Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê dê hinek mitîng û meş bêne sînordar kirin
    Eksperê rûsî: Amerîka tenê bi saya kurdan dikare li Sûrîyeyê bimîne
    'Rûsya û Îran di mijara YPGê de ji Tirkiyeyê cuda difikirin'
    Sererkaniya Rûsyayê ji bo hebûna leşkerên Rûsî li Sûriyeyê daxuyanî da
    Hîzbûlah: Em vegera Herîrî erênî dinirxînin
    Etîketan:
    Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de