13:47 18 Kanûn 2017
Zindî
    Kosret Resul Elî, Mesûd Barzanî û Necmedîn Kerîm

    Doz li Barzanî, Talabanî û Kerîm hat vekirin

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 12

    Dadgeha Federal a Iraqa navê wan kesan belav kir ên ku li ser pirsa Refrandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê daxwaznameyên yasayî di dadgehê de li dijî berpirsên bilind ên Herêma kurdistanê ku Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî jî di nav de ye doz vekirine.

    Li gorî du nivîsên ku wêneyên wan gihiştine destê peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan li Hewlêrê, xuya dibe ku hejmarek ji berpirsên Iraqî bi daxwaznameyan doz li Serokê Herêma Kurdistanê yê berê û Serokê Giştî PDKê Mesûd Barzanî serokê vekirine.

    KÊ DOZ LI BERPIRSÊN KURDÎ VEKIRIYE?

    Ew berpirsên iraqî yên ku daxwaznameya darizandina Barzanî bi tawana encamdana referandûmê daye dadgehê wiha ne:  Erşed Reşad Salihî serokê Enya Turkmenî l Iraqê, Hesen Toran Endamê serkirdatya Enya Turkmenî û Mihemed Sedûn Sêhyûd parlementerê Iraqê û Ebdulselam Muhsin Malikî parlementerê Iraqê û Emar Kazim parlementerê Iraqê û herwiha Henan Fetlawî Sekretêra Giştî ya Partiya Wefayê ne.

    Nivîsa doza ku li Barzanî û berprisên kurd hatiye vekirin
    Nivîsa doza ku li Barzanî û berprisên kurd hatiye vekirin

    DOZ LI KERÎM Û TALABANÎ JÎ HATIYE VEKIRIN

    Herwiha li gel Barzanî navê Parêzgarê Kerkûkê yê Bexdayê ew ji kar bi dûr xistiye, Necmedîn Kerîm û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî jî di nav wan kesan de ye ku doz li wan hatiye vekirin.

    Ji aliyê din ve, Dadgeha Federal a Iraqê di nivîsa xwe de dibêje, ji ber ku Barzanî dest ji posta xwe berdaye, wan nivîsîngeha Barzanî ji vê daxwaza qanûnî haydar kiriye û Barzanî mafê parastina xwe û temyîzkirina biryara dadgehê heye.

    Tê gotin di vê mehê de dadgeha Resafeyayê ya Iraqê fermana bin desteserkirina Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûlî jî derxistibû bi tohmeta wê hindê ku navê Artêşa Iraqê wek artêşeke dagirker bi nav kiribû.

    Nivîsa doza ku li Barzanî û berprisên kurd hatiye vekirin
    Nivîsa doza ku li Barzanî û berprisên kurd hatiye vekirin

    Bi heman mijarî:

    Tevgera Goranê bersiv da daxwaza Barzanî
    PDK di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civiya
    Barzanî ji Nûnerê NYyê re: Em ji bo diyalogeke cidî amade ne
    Mesud Barzanî: Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayin
    'Barzanî mecbûr e berê xwe bide Rûsyayê'
    Barzanî: Bijarteya leşkerî li dijî Kurdistanê dê ti encamê nede
    Îran: Bila Barzanî xwe ji Erebistana Siûdî dûr bigire
    'Şikestina Kurdistanê bi piranî di stûyê Barzanî de ye'
    Etîketan:
    Rêbwar Talabanî, Rêbwar tALABANÎ, Necmedîn kerîm, Mesûd Baarzanî, Iraq, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de