06:18 21 Gulan 2018
    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike

    Tirkmen ji bo Kerkûkê ji kurdan çi dixwazin?

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Endamekî Encûmena Parêzgariya Kerkûkê ragihand ku Bereya Tirkmenan naxwaze kurd serokayetiya Encûmena Parêzgariyê bi dest bixe û parêzgarî têkeve deste kurdan.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Azad Cebarî Endamê YNKê yê di Lîsteya Birayetî ya Encûmena Parêzgarî ya Kerkûkê de cih digire, got, "Di derbarê postên Kerkûkê de ti rêkeftin nehatiye çêkirin. Bereya Tirkmenan dibêjin fêl li kurdan bikin û ew razî nabin ku parêzgariya Kerkûk3E bikeve deste Kurdan. Ew dibêjin bila Rakan Seîd, ku bi tayînkirina Bexdayê bi awayekî wekalet parêzgariya Kerkûkê dike, bila peywirê bidomîne."

    Azad Cebarî, ku di heman demê de Serokê Lijneya Ewlehî ya Parêzgeha Kerkûkê ye, eşkere kir ku Tirkmen razî nabe ku him postê parêzgariyê him jî postê serokayetiya encûmeniyê di deste kurdan de be û got, "Ew dixwazin postê serokayetiya Encûmena Parêzgehê bidin wan. Ew paşê amade ne postê parêzgariyê bidin kurdan."

    Hêjayî gotinê ye ku piştî operasyona hêzên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî li dijî Kerkûkê Bexdayê dest dabû ser postê parêzgaria Kerkûkê û li şuna parêzgahê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, erebekî sunne yê bi navê Rakan Seîd tayîn kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Rêjeya şandina petrola Kurdistanê piştî êrîşa Kerkûkê çawa bûye?
    Li Kerkûkê gorên komî hat dîtin
    ‘Waliyê meşrû yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e'
    Barzanî derbarê vekişîne ji Kerkûkê de axivî
    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin
    Li ser civîna sibe ya civata parêzgeha Kerkûkê aliyên kurd xwedî helwestên cuda ne
    Ala Talabanî: Parlemento nikare Encûmena Kerkûkê ji kar bi dûr bixe
    Etîketan:
    post, Bereya Tirkmenan, Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yê YNKê, Azad Cebarî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de