15:00 22 Gulan 2018
    Îsraîl û Kurdistan

    Saziyek bi navê ‘Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kudistanê' hat damezrandin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lêkolîner û kordînatorê bernameya lêkolînên kurdî li navenda Moşe Dayanê Ceng Sagniç ragihand ku saziyek bi navê Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kurdistan hat damezrandin.

    Lekolîner Ceng Sagniç li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê peyam belav kir û got: "Rihsipiyên yahudî yên li Ewropa û Amerîkayê koalîsyoneke bi navê Koalîsyona Yahudiyan ji bo Kurdistanê damezrandin û ji îro pê ve dikeve fermiyetê. Pêşengiya koalîsyonê jî Cîgirê Serokê Kongreya Yahudiyên Ewropayê yê berê Joel Rubinfeld dike."

    Ceng Sagniç di berdewamiya peyama xwe de got: "Endamê Lijneya Avakarên Koalîsyonê ji rihsipiyên yahudî yên Ewropa û Amerîkayê pêk tê. Lijneya Şêwirmend hê nehatiye îlankirin. Koalîsyon hefteya pêşiya li Parlamentoya Îsraîlê li Knessetê wê konferanseke bi navê ‘Kurdistan û Îsraîl: Li Rojhilata Navîn Ber bi Aştî û Aramiyê' li dar bixin. Serokê Koalîsyonê jî ji bo tevlî konferansê bibe gihîşte Îsraîlê."

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Îsraîlê daxwaza leşkerê Îsraîlî red kir
    Îsraîlê asteng danîn ber siyasetvanên frensî
    Ji Îsraîlê hişyarî: Dibe ku kêliyek berî kêliyê şer derkeve
    Kurdên Îsraîlê li Qudsê çalakiya piştgirî ya serxwebûna Kurdistanê li dar xistin
    Rojnameya Îsraîlê: Divê dewletên rojavayî kurdan neterikînin
    Etîketan:
    KoalÎsyona Yahudiyan ji bo Kurdistanê, Joel Rubinfeld, Kurdistan, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de