15:35 21 Gulan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    Berdevkê hikûmetê: Pêvajoya diyalogê ya navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê dike

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê hikûmeta Iraqê Saad Hadisî di axaftina xwe de ragihand ku di çarçoveya Destûrî Bingehîn a Iraqê de diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dest pê dike.

    Artêşa Iraqê
    © AFP 2018 / MOADH AL-DULAIMI
    Berdevkê hikûmeta Iraqê Saad Hadisî li Bexdayê di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Piştî Dadgeha Federal a Iraqê ku derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryar da niha em li benda Hewlêrê ne ku diyalogê di çarçoveya Destûra Bingehîn de bidin destpêkirin. Diyaloga ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de were destpêkirin divê li gorî yekrêziya xaka Iraqê be."

    Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ragihandibû ku em amade pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê bi Bexdayê re çareser bikin.

    Ji aliyê din ve yek ji endamên Parlamentoya Iraqê Casim Beyatî jî ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê gotibû: "Hefteya pêşiya me wê heyetek ji Kurdistanê serdana Bexdayê bike û rêya çareserî wê di navbera herdu aliyan de were nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    'Bexda û Hewlêr bi dizî dicivin'
    Bexda û Hewlêr dê li hev bikin?
    NY ji bo serxwebûna Kurdistanê: Divê Bexda û Hewlêr bi hev re biryarê bidin
    Balyozê YE: Divê Hewlêr û Bexda kêşêyên xwe çareser bikin
    Ehmed Pîre: Tirkiye bikeve Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexda wê bi hev re xwe biparêzin
    Etîketan:
    Berdevkê hikûmeta Iraqê, Saad Hadisî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de