22:24 17 Kanûn 2017
Zindî
    Berdevkê Komela Îslamî yê Herêma Kurdistanê Rêbiwar Hemed

    'Em ê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê sê pêşniyaran bikin'

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berdevkê Komela Îslamî Rêbiwar Hemed ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ser sê pêşniyaran û diyar kir ku, "Divê danûstandinên li gel Bexdayê dest pê bikin û ji bo rewşa jiyana xelkê Kurdistanê, hilbijartin were lidarxistin.

    Berdevkê Komela Îslamî yê Herêma Kurdistanê Rêbiwar Hemed li ser rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û çawaniya çareseriyê û mercên Komela Îslamî yên ji bo hikûmeta Kurdistanê ji Sputnik Kurdistanê axivî.

    ‘EV QONAXA KURDISTANÊ QONAXEKE DEMKÎ YE'

    Rêbiwar Hemed diyar kir ku heta niha dema serdana şanda hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo aliyê Komela Îslamî nehatiye diyarkirin û wisa berdewam kir: "Ji ber wê yekê li ber çavên me zelal nîn e ku em bizanibin hikumeta herêmê çi ji me dixwaze û divê çi bike. Me wekî Komela Îslamî di daxuyaniyên xwe de helwesta xwe eşker kiriye ji bo vê qonaxa ku Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe. Ji ber ku divê di vê qonaxê de wekî qonaxeke demkî were tevgerîn û ew kesên ku berpirs in, li hemberî vê rewşê divê berpirsyar xwe hilgirin."

    ‘EM Ê JI BO HIKUMETA KURDISTANÊ 3 PÊŞNIYARAN BIKIN'

    Hemed di axafitna xwe anî ziman ku Komela Îslamî wiha bawer dike ku di vê qonaxê de sê mijarên pir girîng hene û ew mijar wisa derbirîn: "Yek, destpêkirina danûstandina li gel Bexdayê; Du, baştirkirina rewşa jiyana xelkê Kurdistanê û sê jî encamdana hilbijartineke pak û azad û demukratîk."

    Berdevkê Komelayê dest nîşan kir ku gava şanda hikumeta herêmê serdana Komelê bike, ew ê van her sê mijarên ji daxwaziyên Komelê pêşkeşî hikumeta Kurdistanê bikin û got, divê li Herêma Kurdistanê guhertin pêk werin û yek gotar û yek rêzî hebe.

    ‘EM HETA HILBIJARTINÊN GIŞTÎ HIKUMETEKE DEMKÎ DIXWAZIN'

    Hemed jib o pêşniyara hikûmeteke demkî jî ragihand ku hikumeta demkî û hikumeta bi navê Rizgariya Nîştimanî ji hev cuda ne û got, "Komela Îslamî hikumeteke demkî dixwaze û me li gel Tevgera Goran û partiya Dr. Berhem Salih a bi navê Partiya Dadwerî û Çaksaziyê daxuyaniyeke hevpar ji bo vê mijarê derxistiye û me tê de daxwaza avakirina hikumeteke demkî kiriye."

    Rayedarê Komelayê derbirî ku ew vê yekê jî heta encamdana hilbijartinên giştî wekî pêwîstyekê ji bo vê qonaxa ku Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe dibîne û got, "Herwisa dema şanda hikumeta herêmê serdana komelayê bike em ê bêtir bi hurgulî behsa vê mijarê bikin. Bi taybetî hikumeta demkî dê çawa be û kî dê serokê wê be."

    ‘JI BO YEKRÊZIYA KURDAN DIVÊ HINEK PIRSGIRÊKÊN NAVXWEYÎ YÊN KURDISTANÊ WERIN ÇARESERKIRIN'

    Rêbiwar Hemed, Berdevkê Komela Îslamî diyar kir ku ji bo şanda ku dê serdana Bexdayê bike dive merciyeta yasayî hebe û divê bernameyeke eşkere û zelal li Herêma Kurdistanê hebe û wisa axaftina xwe bi dawî kir, "Ji bo ku yekrêziya kurdan çê bibe dive beşeke pirsgrêkên navxweyî werin çareserkirin. Piştî referandûma serbixweyî ya Kurdistanê û ketina navçeyên madeya 140î bi destê hêzên Iraqê rewşeke nû li Herêma Kurdistanê çêbûye. Ji ber vê yekê dive beriya her tiştan ev kar were kirin."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka bersiva daxwaza Hikûmeta Kurdistanê da
    Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Federal a Iraqê red kir
    Kosret Resûl di nava çend rojan de vedigerê Kurdistanê
    ‘Referandûma Kurdistanê tapoyê serxwebûnê ye'
    NYyê mamosteyên Kurdistanê perwerde kirin
    Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tevgera Goran li hev nekirin
    Ebadî banga bicihanîna yasa û destûrê li Herêma Kurdistanê kir
    Etîketan:
    pêşniyar, Berdevkê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêbiwar Hemed, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de