13:51 18 Kanûn 2017
Zindî
    Çekdar

    Grûba çekdarên ku li Kurdistanê peyda bûne kî ne?

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat ragihandin ku grûbeke çekdarên nenas li Kurdistanê peyda bûne û hejmara wan jî zêdetirî 500 kesî ye û li rêzeçiyayên Xurmatû û Kifriyê belav bûne.

    Li Kurdistanê grûbeke çekdarên nenas peyda bûye û hejmara wan ji 500 kesî jî zêdetir e. Hê jî nayê zanîn bê ev grûba çekdar kî ne û girêdayîn kîjan rêxistinê ne. Derheqê vê grûbê de gelek çîrok hatine belavkirin ku hinek dibêjin îranî, YNKeyî, PDKeyî, DAIŞî û hêzên nêzîkî Iraqê ne.

    Li gorî şêniyên herêmê ev grûba çekdar xwe ji bo çalekiyên mezin amade û perwerde dikin. Ev grûba ku hejmara wan zêdetirî 500 kesan e, bajarokê Zinane ya Kifrîyê û hemû gundên van çiyayan jî kontrol kirine û dest danîne ser bîreke petrolê jî.

    Kazim Adilê ku yek ji niştecihê gundê Zinanê ye û ew grûba çekdarên nenas dîtiye dibêje: "Di nava wan de kurd hene, ereb hene, îngîlîz hene, bi hemû zimanan diaxivin. Niha ev herêm di bin kontrola wan de ye û li vir ti hêzek jî nîne pêşiya wan bigre û nehêle werin van deran. Bi şev derdikevin û hatinçûnê dikin. Min li van deran gelek caran dîtin."

    Adil di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Hinek dibêjin sunî ne, bi rîh in û rengê DAIŞiyan didin. Hinek dibêjin kurd in û ser bi YNKê ve ne. Hinek dibêjin ser bi PDKê ve ne. Hinek jî dibêjin ser bi Îranê ne û hêza Nûrî Malîkî ne. Hemû tiştek li ser wan tê gotin lê kes jî rastiyê nizane."

    Li gorî nûçeya malpera Rûdawê dibe ev çekdar DAIŞiyên ku ji rêxistinê veqetiyan bin. Heta niha gelek caran şivanên herêmê jî ew çekdar dîne, lê newêrin behsa wan ji kesî re bikin.

    Bi heman mijarî:

    Komên çekdar êrişî noqteya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin
    Li Iraqê grûbên çekdar tevlî hilbijartinê nabin
    Wezareta Dadê Demirtaş kir ‘milîtanê rêxistina çekdar’
    YNK: Divê tu karbidestên kurd li gel grûbên çekdar hevdîtinan neke
    Li Brîtanya kesekî çekdar gelek kesên din rehîn girtîne
    Etîketan:
    DAIŞ, Kazim Adil, Xurmatû, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de