22:32 17 Kanûn 2017
Zindî
    heşdî şabî-şebî-mûsil

    DAIŞê êrişî milîsan kir: 8 kuştî

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeya Qeracî ya Mûsilê êrişî milîsên ereb ên gundê Huştir kir. Di êrişê de 7 milîtanên DAIŞê û û milîsekî ereb hatin kuştin.

    Li gorî zanyariyên berdest, milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeya Qeracî ku dikeve başûrê rojhilatê Mûsilê êrişî milîsên eşîrên ereb ên herêma gundê Huştirê kirin. Di ecama êrişê de 7 milîtanên DAIŞê û milîsekî ereb hatin kuştin.

    Di navbera herdu aliyan de şer û pevçûnên dijwar qewimîn û milîtanên DAIŞê dibistana gund kontrol kirin. Hêzên ewlehî yên Iraqê piştî ku balafirên koalîsyona navneteweyî dibistan bombebaran kirin dîsa kontrola gund bi dest xistin.

    Hêzên ewlehî yên Iraqê li ser îdîaya ku wê milîtanên DAIŞê êrişî gundê Xetabî yê girêdayî navçeya Qeraciyê jî bikin li gund bergiriyên berfireh girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Açîn û Çaparharê operasyon: Berpirsyarek jî di nav de 20 milîtan hatin kuştin
    Piştî şerê giran El Şel rizgar bû û 11 milîtan hatin kuştin
    Di êrişa hewayî ya li dijî DAIŞ û El Şebabê de 40 milîtan hatin kuştin
    ‘6 hezar milîtan li Reqqayê hatin kuştin'
    Operasyon ber bi qedandinê ve diçe: 11 kuştî û 37 milîtan jî teslîm bûn
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêzên Ewlehî yên Iraqê, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de