01:07 19 Kanûn 2017
Zindî
    Referandum - Kurdistan

    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Şêwirmendê Ewlehî yê Netewe yê Amerîkayê H.R. McMaster di axaftina xwe de ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê îstîqrara herêmê ye.

    Ofîsa Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Berpirsê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Nûnera Herêma Kurdistanê li Washîngtonê Beyan Samî Ebdulrehman bi Şêwirmendê Ewlehî yê Neteweyî yê Amerîkayê H.R. McMaster re hevdîtinek pêk anîn.

    Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de Şêwirmendê Ewlehî yê Neteweyî yê Amerîkayê H.R. McMaster ragihandiye ku Amerîka di çarçoveya Iraqa demokratîk û federal de piştgiriyê lhikûmeteke bihêz û yekgirtî ya Herêma Kurdistanê dike.

    ​Felah Mistefa jî vê civînê de her du aliyan li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û herwiha giringiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê gotûbêj kirine. McMaster di civînê de amaje bi wê yekê kiriye ku Wasîngton agahdarê wê rolê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo îstiqrara herêmê dibîne.

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê helîkopterek ket: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
    ‘Amerîkayê piştgiriya xwe ya bo ASAyê birî, êdî tekane hevpeyman HSDê ye'
    ‘Sewqiyeta çekan a Amerîkayê bo Kievê bi talûke ye'
    Şirketa partnera Spûtnîkê li Amerîkayê ‘wek ajanê biyanî’ hat tomarkirin
    Ji Wezîrê Parastin ê Amerîkayê daxuyaniya Rojava: Em ê bimînin
    Li Amerîkayê kesên xwedî kêşeyên psîkolojîk dê êdî leşkeriyê bikin
    Etîketan:
    Ofîsa Têkiliyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Şêwirmendê Ewlehî yê Neteweyî yê Amerîkayê, H.RMcMaster, Felah Mistefa, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de