22:33 17 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    ‘Waliyê meşrû yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e'

    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Pêşmerge Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku waliyê ku hatiye tayînkirin ne meşrû ye, waliyê meşrû yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e.

    Serokê Parlamentoya Kurdistanê yê berê û Fermandarê Eniya Rojava ya Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji bo meşrûtiyeta walîtiya Kerkûkê got: "Waliyê meşrû yê Kerkûkê ku hatiye hilbijartin tenê Necmedîn Kerîm e."

    Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nabe ku Bexda bi rêya tayînkirinê meqamê Walîtiya Kerkûkê diyar bike. Hem ev ne meşrû û hem jî Bexda wê li gorî polîtîkayên xwe kesekî tayîn bike. Divê Meclisa Bajêr a Kerkûkê ji xeyrî Necmedîn Kerîm ti kesê din ji bo walîtiyê hilnebijêre."

    Kerkûkî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê erka xwe ya parastina gelê xwe didomînin."

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Bilind a Iraqê biryara xwe ya li ser Necmedîn Kerîm eşkere kir
    Kerîm: Di dema herî nêzîk de wê Kurdistan serbixwe bibe
    Necmedîn Kerîm: Nûnerê Qasim Silêmanî û malbata Talebanî êrişî min kirin
    Kerîm Şingalî: Ev helwesteke dijminane ye li hember gelê kurd
    Kerîm: Kerkûk ji her kesî mezintir e, Pêşmerge rê nade ti kes derbas bibe
    Etîketan:
    Walîtiya Kerkûkê, Fermandarê Pêşmerge, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de