13:54 18 Kanûn 2017
Zindî
    Qubad Talebanî

    Qubad Talebanî: Divê YNK ji bo yekparçeyîya Kurdistanê xebatê bike

    © AP Photo/ TGMWI Kurdistan Regional Government
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser rewşa Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û lidarxistina kongreya YNKê ya çaremîn daxuyaniyek belav kir.

    Qubad Talebanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku, "YNK niha di rewşeke zehmet de ye û em kongreyekê naxwazin ku ji bo tolhildanê û ji holê rakirina hev be."
    Talebanî di peyama xwe de got, "Pêwîst e ev kongre heta dawiya meha Kanûnê were encamdan" û wiha pê de çû:

    ‘PÊWÎST E YNK NIRXANDINEKE DILSOZÎ BIKE'

    "Ji bo ku YNK bikaribe di rûbirûbûna wan hemû gefên derveyî û navxweyî de bi rola xwe rabe û ji bo parastina yekparçeyiya Kurdistanê û derbaskirina (Kurdistanê) ji vê rewşa nexwestî xebatê bike, dema wê yekê hatiye ku YNK bi dilsojî nirxandinê ji xwe re bike, pêdeçûnê bi xwe bike û dest bixe ser birînên xwe û çareseriyan jê re bibîne, îtirafê bi şaşiyên xwe bike û xwe amade bike bo qonaxa nû ya xebata siyasî li Kurdistanê û Iraqê û navçeya me."

    Bi heman mijarî:

    Li Pasûr a Amedê qedexe hat rakirin
    Trump Koreya Bakur xiste lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'
    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin
    Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin
    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
    Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
    Etîketan:
    YNK, Qubad Talebanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de