00:41 19 Sibat 2018
Zindî
    Kerkûk

    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragihand ku biryar hatiye dayîn, civîna 21ê Mijdarê ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê bo demeke nediyar were paşxistin.

    Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî li Hewlêrê di civîneke rojnamevanî de rewşa Kerkûkê nirxand û ragihand, civîna çaverêkirî ya Encumena Parêzgeha Kerkûkê ya 21ê Mijdarê bo demeke nediyar hatiye paşxistin.

    'LÎSTEYÊN SIYASÎ DERBARÊ CIVÎNÊ DE NEGIHÎŞTINE RÊKEFTINÊ'

    Talebanî di civînê de got: "Ji ber ku beşek ji lîsteyên siyasî derbarê cihê civînê de negihîştine ti rêkeftinekê, biryara paşxistina civîna encumenê hatiye dan."

    Rêbwar Talebanî bal kişand ser bêistiqrariya Kerkûkê û da xuyakirin, "Ji ber nebaşbûna rewşa ewlehiyê, rewşa yasayî û destûrî li Kerkûkê, heta niha civînên Encumena Parêzgeha Kerkûkê nehatine sazkirin."

    'EZ AMADE ME BIÇIM KERKÛKÊ'

    Talebanî herwiha got, "Ez li benda bersiva hemû listeyên nava Encumena Parêzgeha Kerkûkê me, daku derbarê cihê encamdana civînê de bigihîjin encamekê."

    Serokê encumenê rewşa ne asayî ya li Kerkûkê anî ziman û diyar kir, malên beşek ji endamên encumena parêzgehê hatine talankirin û got, "Ez bi xwe amade me ku biçim Kerkûkê, lê belê nabe ku bêyî endamên encumenê civîn were kirin."

    Bi heman mijarî:

    Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin
    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
    Diyaneta Tirkiyeyê derbasî modêla hevserokatiyê bû!
    Felah Mistefa: Şerekî nû li ber deriyê Iraqê ye
    Pûtîn û Rûhanî dê li Soçiyê hevdîtineke dualî pêk bînin
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de