02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin

    © REUTERS/ Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serok berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser biryara dadgeha federalî ya Iraqê ya li ser nedestûrîbûna referandûmê daxuyaniyek weşand û te de got, ji ber ku destûra Iraqê piştî avakirina Dadgeha Federalî hatiye pesendkirin, divîyabû ew dadgeh bê hilweşandin.

    Barzanî li ser biryara redkirina referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê ji aliyê Dadgeha Federalî ya Iraqê ve got, ‘Pêwîst bû piştî pesendkirina destûra Iraqê di sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin, lê ji sala 2005an û heta niha ew dadgeh bêyî ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e.'

    ‘BIRYARA DADGEHA FEDERALÎ TEKALÎ Û SIYASÎ YE'

    Barzanî ragihand, biryara Dadgeha Federalî, biryareke tekalî û siyaî ye û deqên destûrî di berjewendiya hin aliyên siyasî de hatiye şîrovekirin û wiha pê de çû:
    ‘Di her dewleteke federalî de asayî ye dadgeha federalî hebe ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera herêman û navendê de, lê komelek pirsên destûrî û yasayî yên cidî hene derbarê Dadgeha Federalî ya Iraqê de û biryar û helwest û bêdengbûnên di dema bûrî de.'

    ‘DIVÎYABÛ EW DADGEH LI 2005AN BIHATA HILWEŞANDIN'

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya nedestûrîbûna referandûma Herêma Kurdistanê got, ‘Pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê û hemû aliyek bizanin, Dadgeha Federalî ya Iraqê berî pesendkirina destûra Iraqê hatiye dirustkirin û divê ji piştî pesendkirina destûra Iraqê di sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin û dadgeheke li gor peyrewên destûrî ku di madeya (92) ya destûrê de hatiye, bihata damezrandin û yasayek jê der derketiba, heta niha yasa ji bo derneketiye, lê di sala 2005an de û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e. Her wê yekê jî kiriye ku bikeve jêr hejmûna rewşa siyasî û bûyeran û ji rêyên destûrî derkeve û bi dirêjahiya karkirinê dadgeheke siyasî bûye û biryareke wiha nede ku bêalî pê diyar be.'

    'VÊ DADGEHÊ HEMÛ BINPÊKIRINÊN DESTÛRÎ KIRINE'

    Barzanî di berdewamê de got, "Ev dadgeh di dema karkirina xwe de li hember hemû binpêkirinên destûrî yên hikûmeta Iraqê kirine, bêdengî hilbijartiye. Di biryara nedestûrîbûna referandûmê de jî bi heza siyasetmedaran tev geriye û ti xwendinek ji bo wê deqê nebûye ku di dîbaceya destûra Iraqê de hatiye, ku "Pabendbûn bi vê destûrê, yekgirtina Iraqê ya gel, xak û serweriya wê gerentî dike." Ew di rewşekê de ye, ku zêdetir ji 55 madeyên destûrî hatine binpêkirin û hikûmeta Iraqê pabendî destûrê nebûye."

    Barzanî herwiha destnîşan kir, ti mercekî yasayî yê ku referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya 25ê îlona 2017an ku bi rêjeya 93%ê dengên belê encam daye jî nîne.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
    Diyaneta Tirkiyeyê derbasî modêla hevserokatiyê bû!
    Felah Mistefa: Şerekî nû li ber deriyê Iraqê ye
    Pûtîn û Rûhanî dê li Soçiyê hevdîtineke dualî pêk bînin
    Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
    2 Serokên bajêr ê AKPê îstîfa kirin
    Hikûmeta Kurdistanê banga cîhanê kir: Navbeynkariyê bikin
    Mercên seferên ji Rojava bo Herêma Kurdistanê hatin ragihandin
    D&Ryê Seher a Demirtaş sansur kir
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de